Dîlok (Rûdaw) - Xelkên navçeya Îslahiya Dîlokê li Bakurê Kurdistanê ev 6 roj in li kolanan dimînin. Di erdhejê de malên wan wêran bûne û neçar in ku bi şev li park û kolanan bimînin û hin malbat di otomobîlan de razan û nekarîn xwe bigihînin tiştekî, ji ber vê yekê daxwaza alîkariya lezgîn dikin.
Piraniya xelkê Îslahiyê, dîwarekî ku xwe û zarokên xwe lê bigirin nemaye û hewa sar e û vê yekê jî rewşa wan xerabtir kiriye.
Şêniyê Îslahiyê Ferhad Çelîk dibêje: “Em cîranin ev jî yê me ne, ew jî yê me ne. Ez roja yekê çûm û min bi destên xwe, zavayê xwe û xwarziyê xwe ji bin kavilan derxistin, min pênc kes ji malekê derxistin. Hevalê minê zarokatî li ber çavê min can da. Rewşa me qet nebaş e. Tu dibînî, di nav vê otomobîla me de jinek 95 salî heye, çadireke me tuneye.”
Kuçe û kolanên bajarokê Îslah bûne cihê mayîna xelkê bajêr, hin malbat neçar man e ku di otomobîlên xwe de birrazin. Li navçeyê heta ku xizmetguzariyên sereke yên jiyanê jî nîne.
Tîma Rûdawê bajarokê Nûrdaxê û li wir bi her malbatekê re axivî ku xwedî çîrokek biêş bû. Îlham Teke zarokên xwe re ji mirinê rizgar kirine û behsa kêliyên rizgarkirina zarokên xwe rizgar kir dike û dibêje ku niha zarokên wî weke lehengan lê dinêrin.
Ji şêniyên Nûrdaxê Îlham Teke got: “Kes nehat bo rizgarkirinê, me gazî berevaniya şaristaniyê kir tinebûn. 3ê demjimêr û nîvê kes nehat bi hewara me ve. Min got ez dê ji bo zarokê xwe canê xwe feda bikin û min hewl da derî bişkînim, min bi zorê derî şikand. Li ser pilekana min zarok gêr dikirin û bi wî awayî min derxistin. Em bi zorê derketin. Her tişt xilasbû tiştekî me li vir nema. Em nizanin em dê niha çi bikin, dê çi bi me were.”
Piştî nêzîkî hefteyekê ji erdhejên roja Duşema borî ve, alîkarîya mirovahî hêj negehiştine hemû ziyanpêketiyên erdhejê û bi dehan malbat bê kon dijîn.


