Hewlêr (Rûdaw) - Cîhana kar li hemberî wan heqaretên Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç ên derbarê jinên Kurd de bertek nîşan da.
Saziyan diyar kir ku ew vê nêzîkatiya ku zererê dide yekîtiya civakê bi tundî şermezar dikin.
Bertekên li dijî heneka Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç didomin.
Rahmî Koç di heneka xwe ya bi navê “Nexweşa Jina Kurd” de heqaretên zayendperest kiribûn.
Serokê Herêma Pîşesaziya Rêxistinkirî (OSB) ya Amedê Mustafa Fîdan û Seroka Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrrojhilat (DOGUNKAD) Ozlem Kulahçi Tanamanê daxuyanî dan û gotinên Koç rexne kirin.
Serokê OSBya Amedê Mustafa Fîdan diyar kir ku ew wan gotinên ku nasname û eslê gelan dikin armanc qebûl nakin.
Fîdan got, “Gotinên ku di bin navê mîzahê de tên kirin, bandora xwe ya birîndarker û cihêkar ji holê ranakin.
Yek ji nirxên herî girîng ên Tirkiyeyê vîna bihevrejiyana nasname, çand û baweriyên cuda ye.
Aştiya civakî bi gotinên cihêkar û birîndarker xera dibe. Lê bi rêzgirtin, wekhevî û rûmeta mirovan ve xurt dibe.”
"Em vê nêzîkatiyê bi tundî şermezar dikin"
Fîdan daxuyand, “Ev îfadeyên ku jinên Kurd dikin armanc, ne tenê jinan belkî nasname û rûmeta bi milyonan kesan jî şikandiye” û wiha pê de çû:
“Em vê nêzîkatiya ku pêşdaraziyên di civakê de xwedî dike, cihêkariyê ji rêzê dike û zererê dide hesta yekîtiya civakî bi eşkereyî şermezar dikin.
Ji bo ku bertekên rewa yên raya giştî bersivê bibînin, divê Rahmî Koç ji ber wan îfadeyên xwe lêborîneke eşkere, zelal û jidil bixwaze.
Ev yek pêwîstiya berpirsyariya civakî ye. Hêviya raya giştî jî di vê çarçoveyê de ye.
Ti gotinên ku rûmeta mirovan, rûmeta jinan û wekheviya gelan dikin armanc nabe ku bê bersiv bimînin.
Em ji raya giştî re bi rêzdarî radigihînin ku em dê li dijî her cure cihêkarî, nîjadperestî û zayendperestiyê bisekinin.”
"Ked û biryardariya jinên Kurd gelekî girîng e"
Seroka DOGUNKADê Ozlem Kulahçi Tanamanê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heneka Koç bi taybetî di nav jinên Kurd de bûye sedema xemgînî û nerehetiyê.
Tanamanê destnîşan kir ku wekî DOGUNKAD, ew qebûl nakin ku jinên hilberîner û xebatkar li ser nasnameyên xwe yên etnîkî bi awayekî giştgir werin binavkirin.
Tanamanê got, “Jinên Kurd, ne tenê ji bo herêmê ji bo bipêşketina aborî, civakî û çandî ya Tirkiyeyê jî tevkariyên girîng pêşkêş kirine.
Carinan li zeviyan, carinan li kargehan, carinan di cîhana kar de û carinan jî bi hilgirtina barê malbat û civaka xwe têkoşînên mezin dane.
Îro di bipêşketina karsaziya jinan û bihêzkirina piştevaniya civakî ya li Başûrrojhilatê Anadolê de, ked û biryardariya jinên Kurd xwedî cihekî gelekî girîng e.”
Banga diyalog û rêzgirtinê
Tanamanê bal kişand ser wê yekê ku dema jin an jî her beşeke civakê bibe mijara mîzahê divê zimanekî baldar bê bikaranîn û xwe lê berda:
“Em bawer dikin ku Rêzdar Rahmî Koç wekî karsazekî rêzdar ê ku bi salan tevkariyê li aboriya Tirkiyeyê kiriye û bi beşên cuda re diyalog daniye, dê vê hestyariyê bi têgihîştinê pêşwazî bike.
Em difikirin ku her nêzîkatiyek ku dilşikestiyên di civakê de ji holê rake, biqîmet e.
Em bawer dikin ku divê rexne û diyalog jî li ser bingeha rêzgirtinê bên meşandin.
Çimkî aştiya civakî bi vîna axaftina bêyî êşandina hev, rêzgirtina li cudahiyan û avakirina paşeroja me ya hevbeş xurt dibe.
Wekî DOGUNKADê, em dê parastina rûmet û wekheviya jinan bidomînin.
Her wiha em dê ji bo belavkirina zimanekî ku civakê dike yek û dûrî cudakariyê ye bixebitin.”


