Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Sîweylî ji Rûdawê re ragihand ku pirsgirêka sereke ya di navbera PDK û YNKyê de dabeşkirina postan e, ne bernameya birêvebirinê.
Sîweylî her wiha eşkere kir ku di hevdîtinên Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack ên li gel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê de, mijara sereke pêkanîna hikûmetê bûye.
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Tom Barrack îroli gel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Tom Barrack û xitimîna siyasî
Hoşyar Sîweylî diyar kir, "Di vê dema 20 mehî de ku pêkanîna hikûmetê bi paş ketiye, ev mijar her tim li gel dostên me hatiye qalkirin."
Sîweylî da zanîn ku Tom Barrack kesayetiyekî bilind ê Amerîkayê ye û şarezayiyeke wî ya temam li herêmê heye.
Sîweylî ragihand ku di civînên wî de, derbaskirina xitimîna siyasî û pêkanîna hikûmetê wekî mijareke sereke hatine gotûbêjkirin.
Berpirsê PDKyê destnîşan kir ku divê Kurd bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û got:
"Eger em bi xwe pirsgirêkan çareser nekin, ne Amerîka û ne jî ti welatê din nikare ji bo me çareser bike.
Ew wekî dost daxwaz ji me dikin ku em di dema herî nêz de peymanekê îmze bikin.
Ji ber ku ev pirsgirêk bandoreke neyînî li ser pêgeha Herêma Kurdistanê ya li qada navneteweyî û têkiliyên me yên li gel Bexdayê dike."
"Li ser dabeşkirina postan peyman çênebûye"
Sîweylî li ser dan û standinên borî yên di navbera şandeyên PDKyê û YNKyê de axivî û got, “Nêzîkî salekê komîteya dan û standinan gotûbêj kirin.
Her du alî li ser bernameya paşerojê ya hikûmetê û dîtina birêvebirinê gihîştin encamê û her du aliyan ew îmze kir.
Piraniya daxwazên YNKyê di wê dîtinê de hatin bicihkirin. Lê dema ku dor gihîşt dabeşkirina postan, pêvajo rûbirûyê astengî û krîzan bû.”
Hoşyar Sîweylî diyar kir ku niha pirsgirêk li ser hinek postên girîng maye ku YNK daxwaza wan dike û heta niha peyman li ser wan çênebûye û "tenê rêya çûna ber bi pêş ve, rûniştin û domandina dîyalogê ye."
Hewlên ji bo rûniştina li gel YNKyê
Di beşeke din a axaftina xwe de, Sîweylî qala girîngiya destpêşxeriya Serok Barzanî kir û got, "PDKyê ev destpêşxerî gelekî bi cidî girtiye.
Di civîna roja şemiyê ya Komîteya Navendî ya PDKyê de careke din hat tekezkirin ku divê hewlên ji bo hevdîtina bi hemû aliyan re werin xurtkirin."
Sîweylî her wiha anî zimên, "Eger em li gel hemûyan rûnênin jî, divê em bi guman li gel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) rûnin ku ew aliyekî sereke ye."
Sîweylî têkildarî çalakkirina parlamentoyê jî diyar kir ku divê alî beriya niha li hev bikirina:
"Eger li hev necivin û li ser hilbizartina desteya serokatiyê neaxivin, parlamento çalak nabe.
Çalakkirina parlamentoyê gava yekem û destpêkeke girîng e ji bo ragihandina kabîneya nû ya hikûmetê."
Hoşyar Sîweylî destnîşan kir ku PDK di asta herî bilind de ji bo dîyalogê amade ye û got:
"Em hinekî geşbîn in, ji ber ku hewlên mezin hene û em hemû fêm dikin ku Herêma Kurdistanê di rewşeke zehmet de ye û pêdiviya wê bi derbaskirina vê xitimîna siyasî heye."


