Hisîça (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê soz dabû ku dê 1ê Tîrmehê ava Wêstgeha Elokê ya ji Serê Kaniyê berde Hisîçayê. Lê heta niha av nehatiye berdan û krîza avê li herêmê didome.
Ji Çiriya Pêşîn a 2019an ve milyonek û 100 hezar kes li Hisîçayê, Til Temir, gundewarên wan û sê kampên koçberan bê av in.
Xelkê herêmê ji ber tunebûna tora avê ya giştî gelek caran bi hesreta qedehek avê dimîne.
"Bêyî her tiştî dibe lê bêyî avê nabe"
Nişteciha bajarê Hisîçayê Emel Silêmanê hêvî dikir ku îro av bê.
Emel Silêmanê li ser rewşa xwe ya zehmet got:
“Bê her tiştî dibe lê bê av nabe. Heta ku tankerên avê jî bi destê mirov dikevin zehmet e.
Em destê xwe li avê digirin. Ava kirînê û ava ku bi berdewamî heye qet nabin wekî hev.”
Saziya Avê çareseriyên demkî dibîne
Ji sala 2019an ve, Rêveberiya Xweser û xelkê wekî çareseriyeke alternatîv, dest bi kolandina bîran û bikaranîna tankeran kirine.
Hevseroka Saziya Avê ya Hisîçayê Reşa Remoyê diyar kir ku ew avê ji bîran peyda dikin û got:
“Wekî Saziya Avê tankerên me hene. Tankerên me her sibeh berê xwe didin du zeviyan.
Li her zeviyekê 9 bîr hene. Navê van zeviyan Şemoka û Nefaşa ne.”
5 bermîl av bi 50 hezar lîreyî ye
Veguhastina avê ya bi tankeran bûye dîmenekî rojane yê jiyana xelkê Hisîçayê.
Di nav bajarê Hisîçayê de hezar û 45 tankerên taybet hene ku avê ji bîran vediguhêzin malan.
Xwediyên tankeran 5 bermîlên avê bi 50 hezar lîreyên Sûriyeyê difroşin. Ev mîqdar tenê têra du rojên malbatekê dike.
Wêstgeha Ezîzeyê têk çûye
Ji ber qutbûna ava Elokê, Wêstgeha Ezîzeyê ya paqijkirin û belavkirina avê ya li navenda Hisîçayê bi tevahî têk çûye.
Ev wêstgeh ji çar embarên binerdê pêk tê û şiyana her yekê komkirina 3 hezar metre sêca av e.
Lê niha ew der hişk û ziwa ye û toz û axê stargehên wê girtine.
Çavê xelkê li Wêstgeha Elokê ye
Çavkaniya sereke ya ava bajarê Hisîçayê Wêstgeha Elokê ye.
Navnîşana tîbûna bajarê Hisîçayê li benda vekirina wêstgehê ye.
Piştî ku peyman di navbera Kurdan û hikûmeta demkî ya Şamê de hat îmzekirin, çarenivîsa Wêstgeha Elokê jî bû rojeveke girîng.
Lê belê wêstgeha ku 6 kîlometreyan dikeve rojavayê Serê Kaniyê di bin kontrola komên çekdar de ye.
Ji ber vê yekê jî heta niha bendên wê girtî ne û krîza avê ya xelkê herêmê didome.



