Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê ya di navbera PKK û Tirkiyeyê de bandor li Başûrê Kurdistanê kiriye.
Li qezaya Amêdiyê ya Dihokê xelkê 21 gundan vedigere gundên xwe.
Lê belê li Sîdekana Hewlêrê ve ji ber metirsiya mayînan, hebûna gerîlayan û hebûna baregehên Tirkiyeyê hîn 118 gund vala ne.
Ji sedî 63yê gundan vala ne
Li gorî lêkolîneke Rûdawê, li Dêrelûk û Şêladizê û Sîdekanê 437 gund hene lê 276 ji wan vala ne.
Ev yek jî tê wê wateyê ku ji sedî 63yê gundên van her sê deveran ji ber şerê PKK û Tirkiyeyê vala mane.
Li Amêdiyê xelk vedigere
Qaymeqamê Amêdiyê Warşîn Mayî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Warşîn Mayî diyar kir ku di dema şerên borî de 197 gundên wan dihatin bombebarankirin û xelkê nikarîbû here gundên xwe.
Wî destnîşan kir ku piştî destpêkirina pêvajoya çareseriyê û bêdengbûna çekan, li herêmê aramiyek heye û got:
"Niha em destûrê didin ku xelkê 21 gundên devera Berê Garê vegere û ew vegeriyane. Ji ber ku em piştrast in êdî ti metirsî li wan gundan nemaye.
Ji destpêka pêvajoya çareseriyê ve ti şer li herêmê çênebûye û li gelek deveran çûn û hatin asayî bûye."
Li Sîdekanê 42 sal in 118 gund vala ne
Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî jî ji Rûdawê re ragihand ku ji sala 1984an ve ji ber destpêkirina şerê PKK û Tirkiyeyê 118 gundên wan hatine valakirin û hîn jî nehatine avakirin.
Îhsan Çelebî li ser mijarê anî zimên: "Her çend e nêzîkî du salan e bombebaran û topbaran nîne jî, rewşa ewlehiyê ji sedî 100 ne guncav e. Hêzên Tirkiyeyê li wan deran in û PKK jî hîn maye.
Metirsiya mayîn û teqemeniyan li gelek cihan heye. Niha xelk tenê bi destûra fermî dikare ji bo ajeldarî û çandiniyê here zozanan."
Li gorî gotina Çelebî, ji bo vegera yekcarî divê herêm ji mayînan were paqijkirin û hêzên çekdar li herêmê nemînin.
Zererên aborî yên herêmê
Şerê bi salan ê navbera PKK û Tirkiyeyê ne tenê gund vala kirin, di heman demê de sektora çandinî û ajeldariyê ya wan herêman jî felc kir.
Li gorî gotina berpirsên herêmê, piraniya rez û baxên wan sê bajaran ziwa bûne.
Her wiha ajeldaran jî ji ber nebûna cihên aram ên ji bo çêrandinê, zerereke mezin dîtiye.
Pêvajoya çareseriyê çawa dest pê kir?
Pêvajoya nû ya çareseriyê 1ê Çiriya Pêşîn a 2024an, dema ku Devlet Bahçelî li parlamentoyê silav da fraksiyona DEM Partiyê dest pê kir.
Pişt re şandeya DEM Partiyê 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re civiya.
11ê Tîrmeha 2025an komek gerîlayan li Herêma Kurdistanê bi awayekî sembolîk çekên xwe şewitandin.
Pişt re li parlamentoyê ji bo pêvajoyê komîsyonek hat avakirin.
Wê komîteyê 18ê Sibata 2026an rapora hevbeş a fraksiyonan bi piraniya dengan qebûl kir.
Niha çav li gavên yasayî û encamên dawî ne.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)