Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê li navçeya Paweyê ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hevjînên Kurd bêyî biryara dadgehê desteser kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ya ku navenda wê li Norwecê ye daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên îstixbarata Îranê bi ser mala Raşîd Îmamî û hevjîna wî Şilêr Modîrzadeyê de girtiye û ew bêyî nîşandana ti biryarên dadgehê hatine desteserkirin.
Hengawê da zanîn ku ev jin û mêr di warê endezyariya nexşeyê de dixebitin.
Piştî biserdegirtina malê, Raşîd Îmamî û Şilêr Modîrzade birine cihekî nediyar.
Rêxistinê destnîşan kir ku heta niha li ser sedema desteserkirina wan, tohmetên li ser wan û cihê ku lê tên girtin ti agahiyên fermî nehatine dayîn.
Berê jî hatibû girtin
Hengawê her wiha destnîşan kir ku Raşîd Îmamî wekî hunermendekî Kurd jî tê naskirin û ew sala 2022yan ji ber beşdariya xwenîşandanên "Jin, Jiyan, Azadî" yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû desteserkirin.
Xwenîşandanên li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê Îlona 2022yan dest pê kiribû.
Sedema xwenîşandanan kuştina keça Kurd Jîna Emîniyê bû ku bi hinceta "pêbendnebûna bi rêzikên desmalê" ji aliyê polîsên exlaqê ve hatibû desteserkirin û kuştin.
Xwenîşandanan bi mehan berdewam kir.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan, zêdetirî 500 kesan hatin kuştin û herî kêm 20 hezar kes jî hatin desteserkirin.
Hengawê eşkere kir ku birêvebiriya Îranê di mehên dawî de darizandina wan kesên ku pêwendiya wan bi xwenîşandanan re heye yan jî bi tohmeta "hevkariya bi Amerîka û Îsraîlê re" tên tawanbarkirin leztir kiriye û cezayên îdamê zêde kirine.
Li gorî amaran, di navbera mehên Adar û Tîrmehê de herî kêm 224 kes, bi piranî bi tohmetên wekî "serhildana çekdarî ya li dijî dewletê" û "şerê li dijî Xwedê" hatine îdamkirin.
Hengawê diyar kir ku di nav îdamkiriyan de nêzîkî 45 girtiyên siyasî hene ku ji ber xwenîşandan an jî pevçûnan hatibûn girtin.
Rêxistinê hişyarî da ku di dema pêş de dibe ku cezayên giran li ser xwenîşander û girtiyên siyasî werin birîn.
Banga Neteweyên Yekbûyî
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk jî dawiya meha Nîsanê dilgiraniya xwe ya li ser zêdebûna îdamkirinan û desteserkirina bi hezaran kesan anîbû ziman.
Turk destnîşan kir ku di demên şer de jî divê rêz li mafên bingehîn ên wekî qedexeya desteserkirina kêfî û mafê darizandina adil were girtin.
Wî bangî birêvebiriya Tehranê kir ku îdaman rawestîne, cezayê mirinê betal bike û wan kesên ku bi awayekî kêfî hatine desteserkirin berde.



