Dêrsim (Rûdaw) - Li çoltera gundê Sinê yê Dersima Bakurê Kurdistanê, mar bi nivîskar û lêkolîner Cemal Taşê 60 salî veda.
Cemal Taş bi xebateke hevaheng a tîman bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê.
Cemal Taş bi xebatên xwe yên li ser dîrok, çand û zimanê Dersimê û her wiha komkujiya salên 1937-1938an tê naskirin.
Ew her wiha lêkolîner û berhevkarê dîroka devkî ye.
Hat zanîn ku dema Cemal Taş li çoltera gundê Sinê bûye, margîskek bi zenda destê wî veda.
Cihê ku mar pê veda ni meşê nêzikî saetek dûrî gund e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê ya lezgîn sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Ji ber şert û mercên dijwar ên herêmê û ji bo ku dem winda nebe, bi rêya Cendirme û Navenda Koordînasyona Karesatên Tenduristiyê (SAHOM) ya Wezareta Tenduristiyê daxwaza helîkopterê hat kirin.
Bi helîkopterê veguhastin nexweşxaneyê
Tîma Tenduristiyê bi helîkoptera Cendirmeyan gihîşt cihê bûyerê, li wir mudaxeleya ewil li Taş kir.
Paşê Taş bi helîkopterê gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya giştî ya Cemal Taşê ku tedaviya wî dest pê kiriye, di asteke navîn de ye.
Taşê ku mudaxeleya wî ya ewil li Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê hat kirin, ji bo kontrol û tedaviya berfirehtir sewqî Nexweşxaneya Bajar a Fethî Sekîn a Xarpêtê hat kirin.


