Hewlêr (Rûdaw) – Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umîtê li ser pêvajoyê de got, “Divê her kes pir baş bizanibe ku rewşeke wisa ku her tişt di rê de ye û wekî hatiye plankirin dimeşe, nîne. Di rewşa asayî de, diviyabû yekser piştî meha Gulanê hinek gav bihatana avêtin, hevdîtin çêbûna.”
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umîtê ji kanala Medya Haberê ya nêzîkî PKKyê re hevpeyvînek kir.
Hêlîn Umîtê li ser rûdanên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin kirin û li ser pêvajoya çareseriyê daxuyaniyeke balkêş da.
Umîtê bal kişand ser qonaxa pêvajoya ku 27ê Sibata 2025an dest pê kir û diyar kir:
"Eger di pêvajoyê de bipêşketin çêbibin, ev yek dê bi misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were.
Ji bo ku ev pêvajo bi rê ve biçe me çend tevdîr wergirtin.
Ji destpêka pêvajoyê ve me hemû gavên ku em dê biavêjin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girê dan.
Me bi şertê wê yekê ve girê da ku Rêber Apo vê pêvajoyê bi rê ve bibe, araste bike û di bin berpirsyariya wî de bi rê ve biçe. Ev yek didome.
Bi vê wateyê eger gav werin avêtin, bipêşketin çêbibin, aliyê din di nav hinek bendewariyan de be û bixwazin pêvajoya çekdanînê bidome, divê her kes baş zanibe ku ev rewş bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî û şertên wî yên xebata azad ve girêdayî ye.
Ji xeynî vê yekê kes nikare gaveke din bi me bide avêtin."
"Rewşeke wiha nîne ku her tişt wekî hatiye plankirin diçe"
Umîtê pirsa "Çima bi Ocalan re hevdîtin nayê kirin?" wiha bersivand:
"Divê mirov vê pirsê ji aliyê din bike, divê mirov bi awayekî zelaltir bipirse bê ka çima hûn direvin.
Lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê medyayeke wiha nîne, eger hûn balê bikşîninê pirsên wiha nayên pirsîn.
Çi ji wan re tê servîskirin wisa tevdigerin. Em jî hewl didin fêm bikin.
Min di destpêkê de jî got, ev 50 roj in hevdîtin nîne lê belê daxuyaniyên ku ji aliyê dewletê, ji aliyê desthilatê ve tên dayîn çi ne?
Dibêjin di pêvajoyê de ti pirsgirêk nînin û pêvajo bi rê ve diçe. Ez dikarim bibêjim ku ev xapandin e.
Divê her kes gelekî baş zanibe ku rewşeke wiha nîne ku her tişt wekî hatiye plankirin diçe.
Di rewşa asayî de piştî meha Gulanê dê hinek gav bihatana avêtin, hevdîtin dê çêbûbûna.
Heta hinek rojnameger dê biçûna cem Rêbertî. Dê bi Rêbertî re hevdîtin çêbûbûna.
Dê derfeta wî çêbûbûya ku xîtabî raya giştî ya Tirkiyeyê, gel û civakê bike û pirsên tên meraqkirin bibersivîne.
Lê belê yek ji van çênebû, hûn dizanin ji bo yasayê jî tiştekî wiha heye.
Nîqaşa yasayê niha di rojevê de ye. Di wê çarçoveyê de jî bi rastî salnameyek hatibû derxistin lê belê rastiyeke ku bi vê salnameyê ve girêdayî maye nîne."
"Pêvajoya entegrasyonê bi qebûlkirina nasnameya Kurdan ve girêdayî ye"
Helîn Umîtê li ser pêvajoya entegrasyonê û nîqaşên yasayê jî ev tişt destnîşan kirin:
"Em hîn nikarin pêvajoya entegrasyona demokratîk nîqaş bikin.
Entegrasyona demokratîk ne tenê pêvajoya çekdanîna hêzên çekdar e.
Ne ew e ku ew bigihêjin statuyeke yasayî. Pêvajoya entegrasyona demokratîk pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Balê bikişîninê, ji ber ku em difikirin û bawer dikin ku dê pêvajo qonax bi qonax bi rê ve biçe, em hinek tiştan naxin pêş lê belê eger Kurd bi dewleta Tirk re entegre bibin û bibin yek, divê her kes zanibe ku ev yek tenê bi demokratîkbûna dewletê, bi vekirina deriyan ji bo demokrasiyê, têkoşîna demokrasiyê, mafên rêxistinbûnê û hebûn û nasnameya Kurdan ve girêdayî ye. Aliyê din vê yekê dizane.
Ji bo ku nekevin van nîqaşan û derdora antî-demokratîk a heyî bidomînin, ne tenê li dijî me, balê bikşîninê li Tirkiyeyê her roj operasyon tên kirin.
Li dijî CHPyê operasyon tên kirin, li dijî rewşenbîran operasyon tên kirin."
Hêlîn Umîtê her wiha anî ziman:
"Ya duyem, helbet tiştê ku me ji bo vê pêvajoyê pêşbînî dikir, derketina holê ya çarçoveya hiqûqî û siyasî bû.
Niha di vê mijarê de jî wekî tevger me ji destpêkê ve gotiye, eger ev pêvajo bipêşketinekê nîşan bide divê çarçoveya hiqûqî û siyasî bi awayekî rast were avakirin.
Niha ji çarçoveya yasayê re tê gotin yasaya bingehîn, tê gotin yasaya çarçoveyê.
Di nîqaşên ku di vê çarçoveyê de bi rê ve diçin de jî ez dixwazim vê yekê bibêjim; belê ji aliyê desthilatê ve yan jî ji aliyê kesên ku pêvajoyê bi rê ve dibin ve daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Lê min destpêkê jî got, hinek agahî ji medyaya Tirk re hatin servîskirin. Hat diyarkirin ku çarçoveyeke yasayê ya ji 9 xalan pêk tê hatiye avakirin.
Hat gotin ku ev yek dê her kesî li xwe negire. Destpêkê jî hat gotin ku dê Rêber Apo li xwe negire.
Lê belê ev ne belgeyên fermî ne, ne tiştên fermî ne. Baş e çima medyaya Tirk van diweşîne, gelo ji ber xwe ve diweşîne? Ev ne wisa ye.
Li Tirkiyeyê çûkek bifire di bin kontrola desthilatê de ye. Birêvebiriya dewletê ew qasî navendî bûye ku bêyî agahiya wan ne pêkan e di medyaya desthilatê de nivîs, nirxandin û agahiyên wiha derkevin.
Naxwe ev ji bo armancekê tên servîskirin."
"Cudahiya kesên tevlî sûc bûne û nebûne nabe"
Helîn Umîtê eşkere kir ku ew têgeha sûcê red dikin û got:
"Nabe ku wiha be; kesên ku tevlî sûcê bûne û kesên ku tevlî sûcê nebûne. Têgeha sûcê çi ye?
Jixwe em têgeha sûcê bi temamî red dikin. Têkoşîna azadiya Kurdistanê, têkoşîna mezin û biheybet a ku PKKyê bi rê ve biriye têkoşîna mirovahiyê bû, têkoşîna rûmeta mirovahiyê bû, yek ji têkoşînên herî mafdar ên di dîrokê de bû.
Ez dixwazim vê bibêjim, bi vî awayî mirov nagihêje ti encaman.
Em bibêjin ez çûm çalakiyê, ez sûcdar im, min çalakî kir, ez sûcdar im.
Wekî mînak hevalê min ê li cem min qet neçûye çalakiyê lê belê ev meseleyeke plansaziyê ye.
Dibe ku ez li şûna wî bûma, dibe ku ew li şûna min bûya. Ev yek bi vî awayî nayê cudakirin.
Em xwediyê çalakiyên kolektîf in, hemû çalakî kolektîf in. Yekparçeyiya tevgerê bi vî awayî nayê cudakirin.
Cudakariyeke wiha ya sûcdar û bêsûc nabe. Wekî min got em li dijî têgeha sûcê jî derdikevin. Em bi tundî red dikin."
Umîtê pirsa "Gelo em dikarin bibêjin di van rojan de pêvajo rawestiyaye?" wiha bersivand:
"Belê, min berî niha jî hewl da ku qonaxa ku pêvajo gihîştiyê hinekî bînim ziman.
Helbet ne wisa ye, ji wê rojê heta îro jiyan nasekine. Jiyan didome. Guherîn û veguherîn didomin."



.webp&w=3840&q=75)