Kobanî (Rûdaw) - Fatime Elî dayîkeke koçber a ji Minbicê ye û ew nêzîkî 2 sal in bi 3 zarokên xwe re di odeyeke ofîsa firotina otomobîlan a li Kobaniyê de dijî.
Fatime û zarokên wê di nav şert û mercên gelekî xerab de dijîn û li benda alîkariyê ne.
Mêrê wê 9 sal berê dev jê berdaye û ew bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî dike.
Ew di odeyek û metbexekê de dijîn û elektrîk nîne û av jî gelekî kêm e.
Fatime bi ser de jî nexweşa dil e û kêmbûna kalsiyum û kêmxwîniyê pê re heye.
"Pêwîstiya min bi emeliyatê heye"
Yek ji keçên wê jî ev 7 sal in ji ber pirsgirêka çavên xwe êşê dikişîne û pêwîstiya wê bi emeliyatê heye.
Aştîvan Ehmeda keça Fatimeyê behsa nexweşiya xwe kir û got:
"Ev 7 sal in çavên min diêşin û kes nîne li me binêre. Dayîka min bi tena serê xwe nikare min emeliyat bike. Çavên min heta niha jî diêşin."
"Ez zehmetiyeke mezin dikişînim"
Fatimeyê bal kişand ser zehmetiya jiyana xwe û wiha axivî:
"Ev sala duyem e ku em li vir in. Dema şerê Minbicê dest pê kir em hatin vir. Em di ofîsa otomobîlan de dijîn.
Ev 9 sal in ez zarokên xwe xwedî dikim. Mêrê min nîne û sê zarokên min hene. Ez di xwedîkirina wan de zehmetiyeke mezin dikişînim."
Her 19 rojan 5 bermîl av
Ev ne tenê çîroka vê malbatê ye, gelek malbatên din ên koçber jî li heman cihî di heman şert û mercên xerab de dijîn.
Koçberê ji Minbicê Serdar Mistefa jî li ofîsên otomobîlan dijî.
Wî da zanîn ku ew nanê xwe dikirin û bi qasî pêwîstiyê avê nabînin.
Serdar Mistefa wisa behsa jiyana xwe kir:
"Em nanê xwe dikirin. Ava me pîs e. Her 19 rojan tenê 5 bermîl av didin me. Ev ava hindik di vê germiya havînê de têra ti malbatan nake."
Hêviya sereke ya van koçberan ew e ku rojekê bi ewlehî vegerin Minbicê û dîsa di malên xwe de bijîn.


