Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî 21 salî yê bi navê Azad Sirac ku li Kampa Gewîlanê dima, 35 roj in winda ye, Azad berî ku winda bibe ji dê û bavê xwe re nameyek şandiye.
Azad Sirac ji Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2017an ve bi malbata xwe re li Kampa Gewîlanê dijiya.
Ew 4 meh bûn li xwaringeheke Hewlêrê dixebitî lê ji nîvroya 25ê Hezîranê ve winda ye.
Dêya Azad, Emel Omerê bi xemgînî behsa pêwendiya xwe ya dawî ya bi kurê xwe re kir û got:
"Min êvara berî bûyerê jê re peyam şand û min rewşa wî pirsî, wî got ez baş im.
Lê roja din nameyek ji min re şand û tê de nivîsand, ez dixwazim xwe ji vê dinyayê xilas bikim, kêfa min nema ji vê cîhanê re tê."
Li gorî lêkolînên polîsan, Azad roja ku winda bûye ji Hewlêrê bi otobusê ber bi Zêyê Mezin ve çûye.
Şofêrê otobusê ji polîsan re gotiye ku Azad li nêzîkî çem peya bûye û gotiye "Nîv saetekê karê min heye, ez dê vegerim."
Berava Zêyê Mezin 15 kîlometreyan ji Kampa Gewîlanê û 25 kîlometreyan ji cihê karê Azad dûr e.
Kamerayên çavdêriyê Azad li wê herêmê tomar kiriye lê ji ber ku kamera dûr e, tenê wekî siyekî reş xuya dike ku çend caran rûniştiye û rabûye.
Xebatên lêgerînê hatin rawestandin
Tîmên bin avê 25 rojan li wê herêmê li cenazeyê Azad geriyan.
Guman heye ku wî xwe avêtibe nav avê lê tîman ti nîşane peyda nekirine.
Niha 10 roj in xebatên lêgerînê hatine rawestandin.
Birêvebirê xwaringeha ku Azad lê dixebitî Rêbaz Mihemed got:
"Azad mehekê li cem me karmendê şûştinê bû.
Şeva berî çûyîna xwe hat û got, ez dixwazim herim bêhna xwe vedim, wî meaşê xwe xwest, min jî meaşê wî dayê û roja din çû."
Malbat ji bo dîtina kurê xwe alîkariyê dixwaze
Bavê Azad, Sirac Remezan niha çavê wî li agahiyên polîsan e.
Sirac Remezan xwest ku zext li şirketa telefonê were kirin ku lîsteya telefonên wî bidin wan û anî ziman:
"Em nizanin çarenivîsa kurê min çi ye.
Dibe ku tiştek bi serê wî anîbin yan jî wisa lê kiribin ku xwe biavêje nav avê."
Azad heta pola 9an xwendiye û birayê mezin ê 2 xwişk û 2 birayan e.
Malbata wî niha di nav bendewariyeke dijwar de ye û ji bo eşkerebûna çarenivîsa kurê xwe bangî malbata Barzaniyan û aliyên ewlehiyê dike.

.webp&w=3840&q=75)
