Hewlêr (Rûdaw) - Cewahir Hemdoya ku ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê koçber bûye, bi 7 zarokên xwe re niha li Qamişloyê di nexweşxaneyeke kevn û vala de dijî.
Bavê zarokan şervan bû û dema ku şer gihîşt taxên Kurdan ên li Helebê, hevjînê wê ket destê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û wekî dîl hat girtin.
Cewahir Hemdo qala zehmetiyên xwe dike û dibêje, "Rewş pir dijwar e, zehmet e, ez bûme mêr û jin."
"Hîn bavê xwe nedîtiye"
Piştî êrişa hikûmetê ya li dijî Kurdan, xelkê Şehbayê koçberî parêzgeha Hisîçayê bû û hîn venegeriyaye malên xwe.
Cewahir Hemdo jî yek ji wan koçberan e ku di odeyekê de hem li benda diyarbûna çarenivîsa hevjînê xwe ye hem jî li benda vegera malê ye.
Keça wan a biçûk Minwera 5 mehî hîn bavê xwe nedîtiye.
Bavê wê ev 7 meh in ne diyar e.
Cewahirê li ser rewşa hevjînê xwe got, "Me dengê wî nekiriye lê hevalek ji cem wî derket û got sax e, li hefsa Dêrezorê ye."
Nêzîkî hezar û 400 malbatî li benda vegerê ne
Li gorî amarên Encûmena Şehbayê, xelkê 210 gundên Kurdan koçberî parêzgeha Hisîçayê bûye.
Nêzîkî hezar û 400 malbatan ji bo vegerê navê xwe qeyd kiriye lê hîn biryara birêkirina karwanê wan nehatiye dayîn.
Endamê Birêveberiya Encûmena Şehbayê Receb Botan destnîşan kir ku ew bêyî garantiyan venagerin û got:
"Ji 1350 heta 1400 malbatan li hêviya vegerê ne lê wisa venagerin. Eger garantî û aramî tune bin, em venagerin."
Çarenivîsa 800 dîlan ne diyar e
Piştî îmzekirina Peymana Kanûna Paşîn ku vegera koçberan û berdana dîlan xalên wê yên sereke bûn, koçberên Efrînê vegeriyan û hezar û 200 dîl hatin berdan.
Lê belê mijara koçberên Şehbayê û Serê Kaniyê û çarenivîsa 800 dîlan hîn nehatiye çareserkirin.



