Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku 12 sal di ser fermana Komkujiya Şingalê re derbas dibin jî tirsa ducarebûna karesatê di dilê Kurdên Êzidî de maye.
Niha beşeke zêde ya xelkê li şûna avakirina deştan, berê xwe didin qûntara Çiyayê Şingalê û li wir bi cih dibe.
Li gorî amarên nefermî, di nava 12 salên borî de li derdor û serê Çiyayê Şingalê nêzîkî 2 hezar û 500 xanî hatine lêkirin.
Ev koça navxwe ya Şingaliyan a ji deştê ber bi qûntara çiyê ve, wekî hewleke ji bo dabînkirina ewlehî û parastina jiyanê li hemberî her gefeke îhtimal tê dîtin.
Welatiyê Kurd ê Êzidî Mişko Murad behsa guherîna nêrîna xelkê kir û got:
“Hemû cîhan dizane çi hat serê Êzidiyan. Êdî Êzidî nikarin nêzîkî Ereban bibin.
Her kesê ku tê, xwe nêzîkî çiyê dike. Milkên xwe yên li deştê difiroşin û tên li nêzîkî çiyê erdan dikirin û xaniyekî ji bo xwe çêdikin.”
Ji bo Êzidiyan, Çiyayê Şingalê ne tenê bilindahiyeke cografî ye, di heman demê de sembola mayînê û “stargeha dawî” ye.
Tebaxa 2014an dema ku çekdarên DAIŞê êrişî herêmê kir, bi hezaran Kurdên Êzidî xwe spart wî çiyayî û li wir ji mirinê rizgar bûn.
Ji bêxizmetiyê ber bi navenda jiyanê ve
Beriya sala 2014an, piraniya Êzidiyan li komelgeh û herêmên deştê dijiyan çimkî li qûntara çiyê û serê çiyê wekî pêwîst xizmetguzarî tunebûn lê niha ev rewş guheriye.
Welatiyê bi navê Silêman Xidir ê ku li herêmê dijî da zanîn:
“Xelk heta sala 2014an li komelgehan bûn û bi van deran razî nedibûn çimkî av lê tune bû.
Lê piştî hatina DAIŞê êdî baweriya me bi kesî nemaye.
Her kesê ku tê diçe xaniyê xwe li nêzîkî çiyê çêdike.”
Ew tirs û dilgiraniya ku piştî êrişa DAIŞê di dilê Şingaliyan de cih girtiye, wiha kiriye ku niha di navbera “êşa pêşerojê û hêviya paşerojê” de jiyana xwe li bin siya zinaran bi rê bixin.
Bi wê hêviyê ku çiya careke din bibe keleha wan a parastinê.


