Bi berdewamî, ciwanên Êzidî yên ji her du zayendan, li Kurdistanê, li diyasporayê, piştî waneyan, heta di dema çareseriya derûnî de jî heman pirsê ji min dikin: Gelo em Kurd û Êzidî ne yan tenê Êzidî ne? Ev ciwan gelek caran bi hêdîka, heta bi şermokî pirsê dikin, wekî ku tirsa wan hebe ku bersiv tiştekî xera bike. Ev ciwan hest bi guvaşê dikin, çi ji aliyê civakên xwe ve be û çi ji derveyî civakên xwe ve jî be. Ev guvaş jî hesteke nedilniyabûneke kûr ji wan re çêdike ku sînorê akademîk ê têgehan derbas dike (ew e ku gelo Kurd û Êzidî ne yan tenê Êzidî ne). Pêwendiya vê hestê bi pêvebûn (întîma), selametî û wê pirsê re heye ku gelo piştî rûdana komkujiyekê, êdî mirov dikare baweriya xwe bi kê bîne?
Di 3yê Tebaxa sala 2014an de ew koma ku bi "Dewleta Îslamê" (DAIŞ) tê naskirin, êrişî ser herêma Êzidiyan a li Şingalê kir. Wê komê mêr kuştin, jin û zarok revandin, bi hezaran welatî kirin kole û kenîze. Ji wê demê ve ev pirs bûye yek ji hestyartirîn, û di heman demê de yek ji siyasîkirîtirîn nîqaşên li Rojhilata Navîn: Gelo Êzidî Kurd in an gelekî serbixwe ne? Mixabin, divê ev yek gelekî bi eşkereyî bê gotin: Gelek caran pevguhertina nêrînan bi cureyek ji şerxwazî û xemsariyê çêdibe ku sûdê nagihîne mijarê û zêdetir jî êşê dide wan kesên ku êrişê bandor li wan kiriye.
Beşek ji vê birînê berbiçav e û heta roja îro jî bi rastî nehatiye ronîkirin. Dema ku çekdarên terorîst di şeva 3yê Tebaxa 2014an de bi pêş ve çûn, beşa herî zêde ya yekîneyên Kurd ên Pêşmergeyan ku di parastina ewlehiya Şingalê de berpirs bûn vekişiyan, bêyî wê yekê ku di dema guncav de xelkê wir agahdar bikin.
Ji bo gelek Êzidiyan, ev kêlî bû sembola jidestdana baweriyê ku heta îro jî bandora wê maye. Tiştê ku bûye sedema vê vekişînê, ji aliyê pisporên leşkerî, dîroknas û qurbaniyan ve bi awayên cuda tê şîrovekirin: Keresteyên leşkerî yên yekîneyên bicihkirî yên wê derê bi keresteyên leşkerî yên DAIŞê re nedihatin berawirdkirin, ji ber ku DAIŞê çekên giran ên zêde ji artêşa Îraqê bi dest xistibûn; pêgeha Şingalê wekî herêmeke nakok a di navbera Bexda û Hewlêrê de û ronînebûna zincîra fermandeyiyên leşkerî; lezbûna êrişê ji gelek aliyên cuda ve ya li ser xetên parastinê.
Tiştê ku heta îro jî nehatiye kirin, pêdeçûneke serbixwe û zelal a wê şevê ye: Kî bû ku hinek biryar dan? Kengî û çima ew biryar hatin dayîn? Ev ronîkirin girîng e, helbet ne tenê pirsa vekişînê, bandoreke mezin li ser baweriyê kiriye. Gelek ji rizgarbûyî di wê baweriyê de ne ku ti guman di wê yekê de nîne ku pişta wan nehatiye girtin û hinek ji wan gavekê zêdetir jî diçin û di wê baweriyê de ne ku piştnegirtina wan bi sedema wê yekê bû ku Êzidî ne. Lêkolîneke rastgoyane di rûdanên 2014an de, bi awayekî ku bi hevbeşî bê kirin, dikare baweriyê di navbera jin û mêrên Êzidî li gel cîranên wan ên Kurd de ji nû ve çêbike, bêyî guhdan bi pirsa nasnameya neteweyî.
Lêkolîn heta asteke zêde di xalekê de hevnêrîn in: Êzidî civakeke etno-olî ne ku tê de ol, reç û rêkxistina civakî -anku sîstema çînayetî, hevjîniya tenê di nav civakê de û mezargeha Lalişê- bi awayekî jihevveneqetiyayî bi hev ve girêdayî ne, lêkolîn li ser wê mijarê nakok in ku îro bi awayekî neguncav nîqaş li ser tê kirin. Nêzîkbûna navbera Êzidî û Kurdan ji aliyê zimanî, çandî û dîrokî ve nayê înkarkirin: Piraniya herî zêde ya Êzidiyan bi Kurmanciya Jor diaxivin. Dîroknasên Kurd û Osmanî bi sedan salan bêyî dudilî qala "Êzidiyên Kurd" kiriye, her wiha lêkolînên genetîk jî pêwendiyeke nêzîktir di navbera Êzidî û Kurdan de nîşan didin, ji Êzidiyan û niştecihên cîranên wan cudatir.
Hinek ji vê jî dûrtir diçin û dibêjin Êzidî "Kurdên resen" in ku çand û nasnameya xwe ji beriya Îslamê ve parastine, di heman demê de Kurdên Misilman -beşek ji wan bi rêya Misilmanbûna dildarane û beşeke din jî bi neçarî- beşa herî zêde ya çanda Îslamî wergirtiye.
Di heman demê de, dîroknas belgeyan nîşan didin ku di sedsalên borî de Êzidî ji aliyê hinek desthilatdarên Misilman ên Kurd ve hatine çewisandin, bi zorê hatine Misilmankirin û bi komî hatine kuştin. Ji wan desthilatdaran jî ku divê navên wan bên anîn, Mîr Bedirxanê Botanê û Mîr Mihemedê Rewandizê ne ku di bin desthilata wan de Êzidî bi qestî hatin komkujîkirin. Eşîrên Kurdan jî di demên cuda de beşdarî çewsandina Êzidiyan bûne. Heta di Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî de jî ku tomareke serekî ya mîrnişînên Kurdan e di sedsala şazdehan de bi kêmkirinê behsa eşîrên Êzidî hatiye kirin û dema ku navên wan tên anîn jî gelek caran bi dîtineke neyînî ye. Ji bilî wê jî di 2014an de Kurdên Misilman jî tevlî koma naskirî ya bi Dewleta Îslamî (DAIŞ) bûn û beşdarî komkujiya Êzidiyan bûn. Ev berpirsyariyên diyarkirî nabin berpirsyariyeke bi kom û giştî ya Kurdan lê beşek in ji ezmûna dîrokî ya hejmareke zêde ji Êzidiyan û nabe bi bêdengî di ser re derbas bibin. Nabe ev dîroka çewsandinê were înkarkirin û her ev e ku wisa kiriye îro gelek ji Êzidiyan, bi taybetî ciwanên piştî sala 2014an, bi awayekî bingehîn derbarê nasnameya xwe ya Kurdbûnê pirsan dikin.
Her kesê ku bixwaze ji vê gotûbêjê fêhm bike, nabe mijarê tenê di nav Îraqê de kurt bike. Li Tirkiye û Sûriyeyê Êzidî ji aliyê dîrokî ve gelek caran rast ji ber wê yekê hatine çewisandin ku wekî Kurd hatine hejmartin. Li wir, ezmûna çewisandinê bi temamî girêdayî nasnameya Kurdî ye. Gelek ji Êzidiyên wan herêman heta niha jî pir bi xwezayî xwe wekî Kurd û Êzidî jî dihesibînin. Li Şingalê, berevajî wê, bi taybetî piştî 2014an, dûrketina ji nasnameya Kurdan li cem Êzidiyan zêdetir tê behskirin. Her lewma ti helwesta yekgirtî û hevnêrîn a Êzidiyan di vî warî de nîne, belkî bersiv bi temamî girêdayî wê yekê ye ku kîjan ezmûna çewisandinê şêwe daye malbatekê yan jî herêmekê. Ne merc e şêwazên cuda yên behskirina nasnameya her kesî, encama kêmzanîna dîrokî be, belkî dikarin bersivdana guncav bin ji bo ezmûna cuda ya parastin, çewisandin û întîmaya (pêvebûna) siyasî. Nîqaşeke mîna wê ji aliyê Kurdên Elewî û Kirmancan (Zaza) ve jî li Tirkiyeyê heye ku ji komkujiya 1937 û 1938an ve li Dêrsimê çendîn caran nîqaş li ser pêvebûna (întîmaya) xwe kirine; hinek ji wan heta îro jî red dikin ku Zaza Kurd bin.
Di vê rewşa aloz de, vegotina sêyemîn bi çendîn deheyan bandora xwe heye ku bi taybetî ji aliyê zanistî ve cihê gumanê ye. Ev dîtgeh her di destpêka sedsala bîstem de li Ermenistanê geş bû ku qala wê dike, Êzidî pêkhateyeke etnîk a bi temamî ji Kurdan cuda ne. Ev dîtgeh bi komek teoriyan hat piştgirîkirin ku reh û kokên Êzidiyan rasterast vedigerînin Hîtît an Sumeriyan û zimanekî serbixwe yê Êzidî bi navê "Êzidîkî" didin xuyakirin.
Ev teorî heta radeyeke zêde ji aliyê lêkolînên navneteweyî yên Kurdî û Îranî ve nayên pejirandin. Mirov dikare vê siyasetê li ser bingehê pirsgirêka navbera Ermenî û Kurdan û beşdariya komên Kurda di komkujî û nefîkirina sala 1915an de fêhm bike. Pêşhatên li Ermenistanê nîşan didin ku çawa lêgerîna kesekî yan pêkhateyekê li pey nasnameya xwe de (ku tiştek e her kes jê fêhm dike û bi temamî rewa ye), dikare ji aliyê hêzên derve ve bi mebesta siyasî bê bikaranîn. Îro di nav civaka Êzidî ya Ermenistanê de têgihiştinên cuda ji bo xwe hene: Hinek ji wan xwe wekî endamên gelekî serbixwe dibînin, hinekên din heta niha jî wekî Kurdên Êzidî; li gel vê yekê jî guhertinên olî û civakî zêdetir rû dane, wekî mînak, hinek ji wan bûne Xiristiyan.
Di heman demê de îro lêgerîneke bi heman awayî ji bo dîtina rojên destpêkê yên ola Êzidî di nav civaka Êzidî de heye û ev jî hêjayî nirxandineke rastgoyane ye. Belgeyên serdema beriya sedsala dozdehan, dema ku ola Êzidî di dewra mezargeha Lalişê û hînkirinên Şêx Adiyê kurê Misafir de şêwe girt, qut bi qut in. Di nav vê valahiyê de hinek amaje bi reh û kokeke di perestina Mîtra de yan di çandên Sumer û Hîtîtî de dikin. Dibe ku li ser bingeha zanistî guftûgo li ser bandorên egerî jî yên beriya Îslamê were kirin lê ew bandor ne belgeya oleke bihevvegirêdayî pêşkêş dikin û ne jî amaje bi wê yekê dikin ku xelkekî zindî yê îro ji kesên din kevntir in. Ol bi rêya geşebûna civakî û dîrokî ve ew qas tên guhertin ku gelek caran hindek ji şêweya wan a resen dimîne. Ev ji bo Zerdeştiyên îro rast e, wekî çawa ji bo Yarsanan rast e ku ti yek ji wan êdî ne wek şêweyên xwe yên kevn in. Her wiha Mîtraîzma dîrokî -wekî ku xelk hez dikin piştguh bikin- olek bû, ne komeke etnîk a diyarkirî, lewma nabe Mîtraîzma dîrokî wekî belgeya temenê pêkhateyeke etnîk a mezintir bê bikaranîn.
Her lewma ev cure çîrokên tomarkirî yên netemam ên derbarê binyata her pêkhateyê, êdî ji derve werin wekî yê Ermenistanê yan jî ji hundir derkevin, dikarin bibin bersivdera pêwîstiyeka ji bo bexşîna rûmet û hesta berdewamiyê ya ji aliyê şexsan ve bi civaka piştî her komkujiyê, lê heta niha ji rûyê zanistî ve xwe naspêrin zemîneke qewîn û ne alîkar in jî ji bo ku nîqaşên rastîn ên derbarê pêvebûn û parastinê, gavên baştir û zêdetir ber bi pêş ve biavêjin.
Tiştê ku gelek caran di nîqaşa giştî de wê hest bi kêmasiya wê tê kirin, rehenda wê ya derûnî ye. Min çendîn salan li gel Êzidiyên ji jenosîdê rizgarbûyî kar kiriye, ez di çêkirina bernameya taybet a herêma Baden-Württemberg a Almanyayê ya ji bo jin û zarokên rizgarbûyî yên Êzidî alîkar bûm, heta niha jî ez di karkirina bi qurbaniyên li Kurdistanê û derveyî welat didomînim. Di karê xwe de çavê min bi komek rizgarbûyî û malbatan dikeve ku jenosîdê hesteke bêbaweriyeke kûr, tirs û bêdesthilatî li cem wan çêkiriye.
Ev ezmûn bandorê li ser nifşên nû jî datînin û şêweyekî didin wê pirsê ku mirov dikare baweriyê bi kîjan civakeke siyasî bike. Niha zêdetir ji 200,000 Êzidiyan tenê li Almanyayê dijîn; gelek zêdetir jî li Herêma Kurdistanê koçber in ku beşek ji wan heta niha jî di kampan de ne. Zêdetir ji 2,600 kesan heta niha jî winda ne. Şingal heta radeyeke zêde bi wêranî maye û cihê çendîn milmilane, qeyranên ewlehiyê û aloziyên siyasî ye. Ev berbelavbûna bi zorê li seranserê cîhanê di xwe de cureyek ji birîndarkirinê ye: Malbatan ji hev hildiweşîne, desthilata olî qels dike ku pişta xwe bi veguhastina devkî girê dide û dikare rê bide ku tirs, bêbawerî û hesta bêdesthilatiyê nifş bi nifş berdewam bike. Her lewma mijara nasnameyê derbirîna jidestdana kûr a baweriyê ye jî: Gelek ji qurbaniyan ne tenê pirsa wê yekê ji xwe dikin bê ma ew kî ne, pirsa wê yekê jî dikin ku dikarin ser bi kîjan civakq siyasî ve bin, bêyî ku careke din pişt li wan bê kirin.
Ev jidestdana baweriyê bi berdewamî ji aliyê aliyên siyasî yên cuda ve xerab tê bikaranîn. Girêdana siyasî û kargêrî ya Êzidiyan bi Kurdan ve, wisa dike ku daxwazên wan li Bexdayê ji bo bidestxistina pêgeha kêmîneyeke serbixwe zehmettir bibe. Çi li pey vê tê? Yekem: Pêwendiya nêzîk a zimanî û dîrokî ya di navbera Êzidî û civaka Kurd de bi başî hatiye çespandin lê ev yek nayê wê wateyê ku divê her Êzidî îro xwe wekî Kurd bibîne. Bi heman şêweyî, ew êş jî nayê înkarkirin ku Êzidiyan bi sedan salan kişandiye, ji wan jî di bin desthilata hinek desthilatdarên Misilman ên Kurd û bi rêya kesayetiyên Kurd de; azarek ku birîneke nû û vekirî bi sedema rûdanên 2014an hat ser ku heta niha jî bi temamî nehatine ronkirin. Her du rastî di heman demê de hene û ti lêkolîna micid nabe yekê ji wan li ser hesabê ya din çareser bike. Divê li vir mafê bêsînor ê kesan ji bo diyarkirina nasnameya xwe ji mafê bi kom ê kêmîneyê û mafê parastinê bê cudakirin. Nabe mafê Êzidiyan pişta xwe bi wê yekê ve girê bide ku hemû civak li ser yek pênase ji bo qada etnîk a xwe rêk bikevin.
Ew jî sedema wê ye ku encam, pirsa çareserker ne pirseke zanistî ye, ew pirseke exlaqî û siyasî ye: Mafê kê heye biryarê li ser nasnameya kesekî bide û çawa dibe ku mafên bi kom di nav civakekê de werin dabînkirin ku bi şêwazên cuda navê xwe tîne? Ti kes ji bilî kesê pêwendîdar mafê wî nîne biryarê li ser nasnameya xwe ya kesî bide. Mafê ti siyasetmedarê Kurd, ti berpirsê Îraqî, ti çalakvanê Ermenî û ti lêkolerî nîne ji Êzidiyekî re bibêje ka gelo divê xwe wekî Kurd, wekî her duyan, an jî tenê wekî Êzidî bibîne yan jî rê li ber wan bigire. Her kesê ku hez bike dikare xwe wekî jineke Kurd a Êzidî bibîne, wekî ku gelek kes li Tirkiye û Sûriyeyê bi xwezayî dikin. Her kesê ku hez neke jî, heman mafê wî heye ku xwe wekî endamê neteweyeke serbixwe ya Êzidî bibîne. Ev azadî ji bo diyarkirina nasnameya xwe, ne têbîniyeke alîkî ye, belkî bingeha temamiya nîqaşê ye. Di heman demê de, divê civak, bêyî guhdan bi cudahiyên navxweyî, mafê parastina çalak, beşdariya siyasî, parastina mafên olî û çandî hebe.
Tiştê ku niha pêwîst e, îdeolojiya kêmtir û berpirsyariya zêdetir e. Di destpêkê de, divê şeva 3yê Tebaxa 2014an bi awayekî serbixwe û rzelal lêkolîn li ser bê kirin. Ev yek jî eşkerekirina zincîra fermanên leşkerî û peykerê desthilata wê demê, bi beşdariya rizgarbûyan û xizmên wan, navanîna berpirsyariya siyasî û leşkerî li xwe digire. Ji wê zêdetir, Şingal û Şêxan pêwîstiya wan bi parastinekê ye ku di bin yasaya destûrî û kargêrî de dilniyayî pê hatibe dayîn ku ewlehiya temam, avakirin, veger û parastina milk û malan, vegera koçberan, parastina cihên olî û beşdariya wekhev a Êzidiyan di peykerê kargêrî û ewlehiyê de garantî bike. Divê Bexda dilniyabûnê bide ku mafên kêmîneya Êzidî û mafên parastina wan pişta xwe bi girêdayîbûna wan bi komeke din a etnîk ve nagi rêde. Hewlêr jî li hemberî wê, divê piştgiriya lêkolîneke serbixwe ji bo rûdanên 2014an bike û li wê berpirsyariyê mikur were li her cihê ku saziyên Kurdistanê tê de têk çûbin.
Ewên li derve jî çi li Erîvan, Enqere yan li her cihekî din ku teoriyên qaşo zanistî tînin nava civaka Êzidiyan da ku ji bo mebestên xwe yên jeopolîtîk bi kar bînin, divê zanibin ku bi vî karê xwe ne alîkar in, belkî tenê wê birîna vekirî kûrtir dikin.
Heta ew dema ku ev yek rû nede, hejmareke zêdetir a jin û mêrên Êzidî dê wisa bikin ku ez ji mêj ve dibînim: Ew ji Kurdistanê diçin, kêm vedigerin û li derveyî welat nasnameyeke nû ya têkel geş dikin ku di polînkirinên kevneşopî yên dê, bav û kalikên wan de nîne. Komkujiya 2014an bandora wê ji wê yekê zêdetir bû ku tenê jiyana mirov û gundan wêran bike. Komkujiyê ew bawerî bi întîmayekê şikand ku bi sedan salan berdewam kiribû; baweriyek ku eger were vegerandin jî tenê bi rêya mikurhatina rastgoyane ya bi azaran, îradeya rast a siyasî û rêzgirtina bêmerc a ji bo mafê her kesî ya di diyarkirina nasnameya xwe de vedigere.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)




