Serê Kaniyê (Rûdaw) - Pêvajoya vegera koçberên Serê Kaniyê îro dest pê kir.
Di karwanê yekem de 409 malbat vegeriyan warê xwe.
Gava koçberên Kurd gihîştin malên xwe, rastî dîmenên xemgîn hatin û wan dît ku malên wan bi temamî hatine talankirin.
Bajarê Serê Kaniyê wêran e û xelkê wê jî hîn di konan de ne.
"Heta kabloyên kehrebeyê hatine dizîn"
Îbrahîm yek ji wan koçberan e ku piştî 7 salan bi karwanê yekem re vegeriyaye Serê Kaniyê.
Wî ji ber nezelaliya rewşê, malbata xwe bi xwe re nebir.
Îbrahîm û hevalekî wî di nav bajêr de geriyan û dîtin ku rewş ne li gorî dilê wan e.
Gava Îbrahîm çû mala xwe dît ku mala wî ripîrût e.
Wî diyar kir ku heta kabloyên kehrebeyê yên malên wan jî hatine dizîn.
Her wiha Îbrahîm li bajêr rastî leşkerekî ji Himisê hatiye.
Ew leşker di mala welatiyekî Kurd de dijî ku hîn venegeriyaye.
Çekdaran malbatên xwe anîn
Hinek ji wan koçberên ku vegeriyane rastî êrişan hatin.
Endamê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Silêman Xelîl li ser vê mijarê axivî û got:
"Sala 2019an Tirkiyeyê li vî bajarî operasyoneke leşkerî kir. 12 hezar û 500 malbat ku piraniya wan Kurd bûn, ji bajêr derketin."
Silêman Xelîl destnîşan kir ku çekdarên Ereb ên ku girêdayî Tirkiyeyê ne, malbatên xwe anîn û li wan malan bi cih kirin.
Silêman Xelîl anî zimên ku li gorî peymana di navbera Kurdan û hikûmetê de, divê her kes vegere mala xwe.

.jpg&w=3840&q=75)
