Hewlêr (Rûdaw) - 16 baroyên li Bakurê Kurdistanê diyar kir ku ew piştgiriyê didin yasaya çarçoveyê ya pêvajoya çareseriyê ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin.
Baroyan her wiha bangî rayedaran kir ku kêmasiyên yasayê werin çareserkirin.
Pêşniyaryasaya ku di nav raya giştî de wekî "yasaya çareseriyê" tê zanîn, di Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi 467 dengên "erê", 87 dengên "na" û 7 dengên "bêalî" hat pesendkirin.
Baroyên Semsûr, Agirî, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Dêrsim, Amed, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wanê li ser yasaya çarseriyê daxuyaniyeke hevpar da.
"Pêngaveke dîrokî ye”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Yasaya Çarçoveyê gaveke dîrokî ye û wiha hat gotin:
“Nêzîkî nîv sedsalî ye ku ji ber şer bi hezaran mirovan canê xwe ji dest daye. Ev şer bûye sedema êşên kûr ên civakî, koçberiya bi zorê û bedelên giran ên aborî.
Em her gaveke hiqûqî û demokratîk a jidil ku dixwaze vî şerî bi awayekî mayînde bi dawî bike, wekî derfeteke dîrokî dinirxînin."
16 Baroyan qala girîngiya yasayê kir û got:
"Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya ku li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin, gaveke dîrokî ye.
Her çend ji aliyê teknîka hiqûqê û naverokê ve kêmasiyên wê hebin jî ji bo bêdengkirina çekan gaveke girîng e. Çimkî armanca wê ew e ku pirsgirêk li ser zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk werin çareserkirin.”
"Bila kêmasî werin çareserkirin"
Baroyan di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand li ser kêmasiyan û got:
“Eşkere ye ku aştiya mayînde tenê bi verastkirinên hiqûqa cezayê pêk nayê. Divê ev pêvajo li ser bingeha serweriya hiqûqê, şefafbûn, edaleta civakî û demokratîkbûnê bi pêş ve biçe.
Divê maf û azadiyên bingehîn werin xurtkirin û bi beşdariya hemû beşên civakê werin piştgirîkirin.
Di yasayê de hinek xal hene ku dibe di dema bicihkirinê de bibin sedema şîroveyên cuda. Divê ew xal werin zelalkirin.
Divê naveroka yasayê were diyarkirin û pîvanên objektîf ên ku wekheviyê pêk tînin werin eşkerekirin. Ev yek pêwîstiya prensîba dewleta hiqûqê ye.
Em dixwazin ku kêmasiyên vê yasayê li gorî prensîbên gerdûnî yên hiqûqê werin çareserkirin.
Lê belê em vê verastkirinê wekî derfeteke dîrokî dibînin û di warê prensîbî de piştgiriyê didin wê. Çimkî ev yasa dikare bibe alîkar ji bo wê aştiya mayînde ya ku welatê me bi salan e li bendê ye.”

.webp&w=3840&q=75)

