Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Zanayên Olî ya bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî ew heqaret şermezar kirin ku ji aliyê meleyê gundekî wî bajarî ve li Kurdên Êzidî hatibûn kirin.
Wan got, "Cihê mînberê ji bo yekîtî û biratiyê ye, ne ji bo dubendî û bêrêziyê."
Di daxuyaniya Komeleya Zanayên Olî ya bajarê Baneyê de hat diyarkirin ku ew bi tundî wan gotinên "heqaretê û dubendîxwaz" şermezar dikin ku di xutbeya nimêja Îniyê ya li gundekî Baneyê de li hemberî Kurdên Êzidî yên li Herêma Kurdistanê hatine gotin.
Di vîdeoyekê de ku li ser torên civakî dengvedaneke zêde çêkir, meleyê bi navê Ramîn Salihzade ji Kurdên Êzidî re dibêje:
"Em we wekî kafir dibînin, em we wekî pîs dibînin, em we wekî devpîs dibînin.
Welleh, derfeta herî biçûk bikeve destê me, em dê nehêlin hûn çirkeyekê jî li ser vê axê bijîn.
Ev dînê me ye. Em ne ji kesî vedişêrin û ne jî xwe vedişêrin."
"Êzidî beşeke dîrokê ne"
Mamosteyên olî yên Baneyê tekez kir ku divê rûmet û kerametên hemû mirovan û erkên hemû ol û mezheban werin parastin û destnîşan kir:
"Cihê mînber û xutbeyê, cihê banga ji bo teqwa, exlaq û yekîtiyê ye.
Her gotineke ku bibe sedema kîn û dijmintiyê, bi erkê exlaqî û olî ya mînberê re nagunce."
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku Kurdên Êzidî beşeke veneqetiyayî ya dîrok û civaka Kurdistanê ne.
Komeleya Zanayên Olî ya Baneyê anî zimên:
"Cudahiya di baweriyên olî de, ti carî nabin destûr ji bo heqaret û êrişkirina li ser nasnameya neteweyî û mirovî ya ti koman."
Zanayên olî yên Baneyê ji mamosteyên olî û xwediyên mînberan xwest ku di vê rewşa hestyar de, zimanê "zanayî, exlaq û diyalogê" bi kar bînin.
Wan xwest ku ew ji gotinên ku pêwendiyên birayane yên di navbera xelkê Kurdistanê de xera dike, dûr bikevin.
Her wiha wan berê xwe da xelkê Kurdistanê û got:
"Em dixwazin ku bi aramî û hişyarî nêzîkî vê mijarê bibin û rê nedin ku gotina kesekî bêperwa, pêwendiyên kevn û xurt ên di navbera pêkhateyên cuda de bixe bin bandora xwe."
Komeleya Zanayên Olî ya Baneyê di dawiya daxuyaniyê de careke din tekezî li ser prensîbên rûmeta mirovan û bihevrejiyana aştiyane kir.
Wan xwest ku hemû xwediyên pêgehên olî ji bo xurtkirina aştî û biratiyê gavan biavêjin.
Mele gotibû "pê hatiye lîstin"
Ramîn Salihzade doh li ser tora civakî ya Instagramê li ser gotinên xwe yên li dijî Kurdên Êzidî daxuyaniyek belav kiribû.
Ramîn Salihzade dibêje, bi gotinên wî yên ku li ser Instagramê hatibûn belavkirin lîstine û birêvebirê rûpelê beşek ji axaftinên wî jê birine.
Ramîn Salihzade anî ziman:
"Min behsa wan Êzidiyan kiriye ku bêrêziyê li Xwedê, Îslam û Pêxemberê Misilmanan dikin, ne hemûyan.
Dînê we ji we re, dînê me ji me re."
Salihzade bal kişand ser wê yekê jî ku ew bi ti aliyên tundrew ve ne girêdayî ye û ti partiyan naparêze û got, "Ji bilî şerîeta Îslamê, ez tiştekî din qebûl nakim."
Bertekên tund
Gotinên Salihzade rastî bertekên tund hatin.
Wezareta Ewqaf û Kar û Barên Olî ya Herêma Kurdistanê diyar kir, "Ev kiryar ji hemû nirxên olî û mirovî dûr e."
Berdevkê wezaretê Nebez Îsmaîl jî destnîşan kir ku "çanda bihevrejiyanê li Kurdistanê xwedî ramaneke dîrokî ye."
Her wiha Parlamenterê Kurd ê Êzidî yê li Parlamentoya Îraqê Murad Îsmaîl Hesen di nivîseke fermî de ji Wezareta Karên Derve ya Îraqê xwest ku li hemberî Salihzade rêkarên dîplomatîk û yasayî bigire û bi rêya Îranê lêpirsînê bi wî re bike.
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê jî ragihand:
"Ew cure gotar bi Herêma Kurdistanê ve ne girêdayî ne û zanayên olî li Kurdistanê hişyar in û ji bihevrejiyanê fêm dikin."
Di heman demê de Hakimê Şerî yê Xelkê Kurdistanê yê li Sineyê Hesen Emînî mêvanê bultena taybet a Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû.
Ew li ser gotinên Ramîn Salihzade wiha axivî:
"Gotinên wî mamosteyî tenê nêrîna wî bi xwe ye û bi ti awayî ne nêrîna mamosteyên olî yên Rojhilatê Kurdistanê ye.
Heta ne nêrîna ola Îslamê ye jî, ji ber ku di dînê Îslamê de şer bi bîr û baweriyan re nîne, şer bi zilm û fitneyê re ye."



