Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl û Veguhastina Asmanî ya Sûriyeyê Omer Husrî ji Rûdawê re ragihand nêzîkî ji sedî 80yê kar û xebatan nûkirina Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê temam bûne.
Omer Husrî ji Rûdawê re diyar kir ku ew niha li ser temamkirina hûrgiliyên teknîk û xebatên mayî dixebitin û got:
“Ev xebat ji binesazî, amadehî û pergalên bingehîn ên girêdayî ewlehî, parastin û karkirina balafirgehê pêk tê.”
Omer Husrî derbarê dema destpêkirina geştan jî eşkere kir ku dê qonaxa geştên ceribandinê piştî temamkirina karên niha û pêkanîna ceribandin û nirxandinên teknîk ên pêwîst dest pê bike, da ku teqez bikin balafirgeh li gorî pîvanên pejirandî amade ye û li pey çû:
"Nexşerêyeke me ya demkî ya zelal heye lê em dixwazin ragihandina dema destpêkirina geştan bi encamên kardarî yên amadehiyên teknîk ve girê bidin.
Ji bo me tiştê herî girîng ew e ku balafirgeh bi awayekî ewle, aram û guncav ji bo geştên asayî û birêkûpêk ji nû ve dest bi xizmetê bike."
Hevahengiya geştên asmanî di navbera Qamişlo û Dêrezorê de
Husrî derbarê hevahengiya di navbera balafirgehên Qamişlo û Dêrezorê diyar kir ku ew di çarçoveya plana giştî ya tora balafirgehan de nêzîkî her duyan dibin û hewcedarî û daxwazên herêma rojhilat a ku ji bo geştan bazareke girîng e, li ber çavan digirin û got:
"Em dixwazin kapasîteya her du balafirgehan li gorî daxwazên pratîk bi pêş bixin da ku dabeşkirina geşt û rêgehan bi awayekî serkeftî û aborî pêk were."
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku dibe di paşerojê de rola her du balafirgehan di warê veguhastina baran (kargo) û xizmetguzariyên lojîstîk de jî were bipêşxistin, nemaze ji ber çalakiyên çandinî û aborî yên li herêma rojhilat.
Lê destnîşan kir ku ev yek dê bi asta bazarê û bikêrhatina aborî ve girêdayî be.
Husrî di heqê xetên asmanî û geştên ku piştî vekirina balafirgehê tên çaverêkirin de eşkere kir ku pêwendiyên wan bi çend şirketên balafirvaniyê re hene da ku ji bo Balafirgeha Qamişloyê li ser destpêkirina geştan gotûbêjan bikin.
Omer Husrî da zanîn ku ew lêkolînê li ser wan bazaran dikin ku daxwazeke rast û berdewam li ser wan heye.
Husrî nexwest beriya bidawîbûna karên bazirganî û hiqûqî û wergirtina rûxsetên fermî navên şirket û geştan eşkere bike lê diyar kir ku ew dê destpêkê pêşengiyê bidin wan geştên ku pêdiviyên niştecihên parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) û deverên derdorê dabîn dikin, paşê jî dê geşt gav bi gav li gorî rewşa bazarê werin berfirehkirin.
“Berfirehkirina geştan dê li ser bingeha daxwazê be”
Serokê Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: "Armanca me ya bingehîn ew e ku em ji bo balafirgehê xebateke berdewam û mayînde ava bikin, ne ku em tenê ji bo demeke kurt çend xetan vekin.
Ji ber vê yekê, berfirehkirina geştan dê li ser bingeha daxwaz, bikêrhatina aborî û kapasîteya şirketên balafirvaniyê be, da ku karibin geştên birêkûpêk û mayînde biparêzin."



