Amed (Rûdaw) - Platforma Ji bo Narîn Guranê Edalet û malbata wê di duyemîn salvegera mirina wê de li ser gora wê “edalet” xwest.
Narîn Gurana 8 salî li gundê Çûliyê yê Amedê dijiya lê 21ê Tebaxa 2024an winda bû û paşê hat zanîn ku hatiye kuştin.
Termê Narînê piştî windabûna wê bi 19 rojan, 8ê Îlona 2024an di nav çiwalekî de hat dîtin. Term di bin keviran de li çemekî nêzîkî gund hatibû dîtin.
Dadgeha Cezayê Giran a 8an a Amedê biryar da ku kuştin bi hevkariyê hatiye kirin û ji ber kuştina Narîn Guranê apê wê Salim Guran, dayîka wê Yuksel Guran û birayê wê Enes Guran hatin darizandin.
Dadgehê ji ber sûcê kuştina bi zanebûn a zarokan cezayê girtina heta hetayê yê girankirî da wan.
Cîranê wan Nevzat Bahtiyarê ku li xwe mikur hatibû ku wî termê Narînê li nav çem veşartiye, di darizandina yekem de ji ber sûcê tunekirina delîlan 4 sal û nîv cezayê girtîgehê standibû.
Lê piştî ku Dadgeha Bilind ev biryar xera kir, Nîsana 2026an ji nû ve hat darizandin û ji ber sûcê alîkariya kuştina bi zanebûn 17 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Malbat: Kujer Nevzat Bahtiyar e
Malbata Narînê dibêje kujer ne ew in, Nevzat Bahtiyar e. Ji ber vê yekê malbat û parêzerê wan daxwaza darizandina ji nû ve dikin.
Arîf Guranê bavê Narînê, li ser gora keça xwe wiha peyivî:
“Yê Narîn kuştiye Nevzo ye. Kujer ew e. Malbata wî û zarokên wî dizanin, ji bilî wan kes nizane.”
Birayê wê Baran Guran jî bal kişand ser nakokiyên malbatan û got:
“Navbera malbata min û ya Nevzat Bahtiyar ne baş bû. Meseleya pereyan di navbera me de hebû. Apê min jê re xeber dan û piştî mehekê ev bûyer çêbû.”
Remziye Çabaşa pîrika Narînê jî daxwaza dadê kir û anî zimên:
“Bi Xwedê em edaletê dixwazin. Ez rehm û şefqatê dixwazim. Bila vê zilmê ji ser keça min, kurê wê û malbatê bi temamî rakin.”
“Xwedê nehêle”
Elî Riza Guranê apê bavê Narînê jî got:
“Em edaletê dixwazin. Sedem çi ye ku malbata min di girtîgehê de ye? Sedem çi ye? Xwedê nehêle.”
Parêzer: Pirsên bêbersiv hene
Parêzerê malbatê Mustafa Demîr li ser dosyayê agahî dan û diyar kir:
“Ji ber ku di dosyaya Narînê de pirsên bêbersiv hene û biryara dadgehê ji prensîbên bingehîn ên hiqûqê dûr e, em daxwaza ji nû ve darizandinê dikin. Ji ber zexta civakê biryareke zû û şaş hat dayîn.
Em dibêjin ev biryara dadgehê ne li gorî rastiyê ye. Ji ber wê divê dosyaya Narîn Guranê bi giştî ji serî ve were lêkolînkirin da ku rastî derkeve.”


