Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê agirê ku di plazayekê de derketibû ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin.
Agir demjimêr 23:00yan li Taxa Talaytepeyê ya li ser Bûlwara Laleşê ji ber sedemeke ne diyar di plazayekê de derket.
Li ser agahdarkirina xelkê herêmê gelek tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Agirê ku di demeke kurt de mezin bû bi hewldanên tîman hat kontrolkirin.
Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu û Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê li herêmê lêkolîn kirin û ji rayedaran agahî standin.
Zorluoglu ji rojnamegeran re axivî û eşkere kir ku sedema derketina agir hîn nehatîye destnîşankirin.
Murat Zorluoglu diyar kir ku agir bi piranî hatiye kontrolkirin û piştî temirandina agirê li ser ban, xebatên sarkirinê dest pê kiriye.
8 kes hatin derxistin
Zorluoglu got ku tîm di dema xwe de gihîştine herêmê û dema sedem eşkere bibe ew dê bi raya giştî re parve bikin.
Wî bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku 8 kes bi silametî hatine derxistin lê dûxanê bandor li 5 kesan kiriye û tedawiya wan berdewam dike.
.jpg&w=3840&q=75)

