Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komelgeha Perwerdeyê ya Qamişloyê Azad Hisên ragihand ku ji ber zêdebûna xwendekaran dê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê piraniya dibistanan bibin du dan.
Azad Hisên her wiha da zanîn ku ji bo sala nû ya xwendinê amadehiyên wan gihîştine qonaxên dawî û heta niha zêdetirî 46 hezar xwendekaran hatine tomarkirin.
Azad Hisên bal kişand ser zehmetî û kêmasiyan jî û eşkere kir ku ji ber koçberbûna malbatên ji Efrîn, Şehba û Serê Kaniyê, hejmara xwendekaran pir zêde bûye.
Tenê çend roj mane ku sala nû ya xwendinê (2026-2027) li Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.
Li Qamişloyê û gundewarê wê, amadekarî gihîştine qonaxên dawî.
Komelgeha perwerdeyê ya li Qamişloyê ji Rûdawê re ragihand ku heta niha 185 dibistan ji bo pêşwaziya xwendekaran hatine amadekirin û zêdetirî 46 hezar xwendekaran hatine tomarkirin.
Serokê Komelgeha Perwerdeyê ya Qamişloyê Azad Hisên ji Rûdawê re ragihand ku piştî biryara Birêvebiriya Perwerdeyê ya Hisîçayê (Hesekê) ya 16ê Tebaxê, hemû dibistan ji bo paqijiyê, tomarkirina xwendekaran û amadekariyên din hatine vekirin.
Azad Hisên da zanîn sala nû ya xwendinê dê 6ê Îlonê dest pê bike.
Zêdebûna hejmara xwendekaran û pirsgirêka maseyan
Azad Hisên diyar kir ku îsal hejmara xwendekaran bi awayekî berbiçav zêde bûye û got:
"Hejmara xwendekarên ku heta niha hatine tomarkirin gihîştiye 46 hezarî.
Ev hejmar di her sê qonaxên seretayî, navîn û amadeyî de ye.
Em texmîn dikin ku heta destpêka dewamê ev hejmar hîn zêdetir bibe."
Ev zêdebûn, bi taybetî ji ber koçberbûna malbatên ji Efrîn, Şehba û Serê Kaniyê, zexteke mezin li ser dibistanan çêdike.
Ji ber vê yekê, Hisên eşkere kir ku piraniya dibistanên seretayî dê îsal bibin du dewam û wiha pê de çû:
"Heta niha 7 dibistanên me du dewam in. Lê ji ber zêdebûna hejmarê em neçar in ku piraniya dibistanan bikin du dewam da ku ti xwendekar bê perwerde nemîne."
Yek ji pirsgirêkên sereke, kêmasiya maseyan û amûrên din e.
Li gorî Hisên, tenê bajarê Qamişloyê pêwîstiya wî bi 10 hezar maseyan heyeû got:
"Heta niha me zêdetirî 4 hezar mase belav kirine û em li bendê ne ku di demeke nêzîk de hejmareke din jî bigihîje destê me."
5 hezar mamoste û planên ji bo dibistanên nû
Azad Hisên derbarê pirtûkan diyar kir ku dê pirtûk berî destpêka sala xwendinê li hemû dibistanan bên belavkirin.
Hisên da zanîn Pirtûk li çapxaneyên Dêrik, Qamişlo û Amûdê tên çapkirin da ku di wextê xwe de bigihîjin destê xwendekaran.
Li hemberî vê hejmara mezin a xwendekaran, li Qamişloyê û gundewarê wê 5 hezar mamoste hene.
Azad Hisên vê hejmarê wekî "gelekî baş" pênase kir û got ku ew dê hewl bidin hemû mamosteyan li gorî pêwîstiyan li dibistanan bi cih bikin.
Belavkirina mamosteyan ji aliyê komîteyeke taybet ve tê birêvebirin û li ser sê pîvanan pêk tê:
Pisporî (beş), xizmeta mamostetiyê (kevnbûn) û cihê erdnîgariyî yê rûniştinê, da ku mamoste li cihên nêzîkî mala xwe dersan bidin.
Hisên her wiha eşkere kir ku di plana wan de heye 4 dibistanên nû ava bikin.
Yek ji wan dê dibistaneke amadeyî be li taxa Helêliyeyê û yên din jî dê li wan gundên ku hejmara xwendekaran lê zêde ye, bên avakirin.
Azad Hisên di dawiyê de got ku mamoste ji bo amadekariya sala nû ya xwendinê ev zêdetirî mehekê ye di nav dewreyên perwerdeyê de ne da ku bi awayekî herî baş pêşwaziya xwendekaran bikin.


