Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Herêma Kobaniyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Îbrahîm Mislim di heqê vekirina Deriyê Murşîtpinarê û gelek mijarên din de agahî dan Rûdawê.
Di çarçoveya guhertinên birêvebirî û leşkerî yên li herêmê de pêvajoya radestkirin û yekkirina saziyên birêvebiriyê ya Kobaniyê berdewam dike.
Birêvebirê Herêma Kobaniyê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Îbrahîm Mislim hûrgiliyên dawî yên vê pêvajoyê, astengên li pêşiya wê, çarenivîsa Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê û xwendina bilind ji Rûdawê re eşkere kirin.
Yekkirina saziyên sîvîl û leşkerî
Îbrahîm Mislim ragihand ku pêvajoya yekkirina saziyên sîvîl bi giştî bi dawî bûye û birêvebirî û pêkhateya wan bi awayê fermî derbasî ser saziyên dewleta Sûriyeyê bûne û tenê saziya dadweriyê maye.
Wî derbarê aliyê leşkerî û ewlehiyê jî diyar kir ku hemû hêzên ewlehiyê di qonaxa yekbûnê de ne.
Îbrahîm Mislim destnîşan kir hejmara teqez a van hêzan niha ne diyar e lê dema ku pêvajoya yekbûnê bi dawî bû ew dê hejmaran bi awayê fermî ragihînin.
Vekirina Deriyê Sînorî yê Murşîtpinarê
Îbrahîm Mislim derbarê mijara “hewldanên ji bo vekirina Deriyê Murşîtpinarê û fermîkirina wî” jî axivî û got:
"Ji bo vekirina deriyê sînor pêwendî hatine danîn lê pêdiviya vê mijarê bi lihevkirineke fermî ya her du aliyan heye."
Deriyê Murşîtpinarê di navbera Sirûca Bakurê Kurdistanê û Kobaniya Rojavayê Kurdistanê de ye û ji Sibata 2016an ve girtî ye.
Naskirina bawernameyên Zanîngeha Kobaniyê
Mijareke din a girîng a ku niha di rojevê de ye, çarenivîsa xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê û naskirina bawernameyên wan e.
Birêvebirê Herêma Kobaniyê li ser vê mijarê jî got:
"Bawername dê di çarçoveya yasa û rêziknameyên dewletê de werin naskirin. Niha li ser vê mijarê gotûbêjên berdewam hene û ew gotûbêj di rêyeke erênî de ne."
Astenga herî mezin
Li gorî gotina Îbrahîm Mislim di vê pêvajoya veguhastinê de astenga herî mezin a li pêşiya wan, mijara “nasname û belgeyên kesane” yên karmendan e.
Mislim destnîşan kir ku ji ber şert û mercên 14 salên borî, gelek karmendên "Rêveberiya Xweser" ne xwediyê nasnameyên kesane yan jî tomarên sîvîl û birêvebiriyê yên fermî ne û ji ber vê yekê jî niha hewldan hene ku di demeke nêzîk de ev belgeyên kêm werin temamkirin da ku pêvajoya tomarkirinê bi dawî bibe.


