Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê jineke ducanî ya dayîka 2 zarokan ku ji malbata wê re hatibû gotin ew ne li malê ye, piştî nêzîkî 2 saetan di heman malê de bi awayekî daliqandî hat dîtin.
Bûyer 20ê Hezîranê li taxa Îngiciyê ya navçeya Rezanê ya Amedê pêk hat.
Nurcan Akpîrînça 23 salî, piştî nîqaşa bi hevjînê xwe M.A. re telefonî dayîka xwe kir û xwest ku vegere cem malbata xwe.
Dema ku malbata wê demekê nikarîbû xwe bigihanda Nurcan Akpîrînçê, ew çûn mala wê.
Li wir ji wan re hat gotin ku Nurcan Akpîrînç ne li malê ye lewma ew jî vegeriyan.
Piştî lêkolîna destpêkê cenazeyê Akpîrînçê ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.
Malbata wê giliyê M.A. û malbata wî kir û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Xwişka wê ya mezin Pinar Akpîrînçê (25) diyar kir ku ji dayîka wê re hatibû gotin xwişka wê ne li malê ye û wiha lê zêde kir:
"Dayîka min ji wan re got, jineke mezin çûye kû derê?
Telefonê bînin, em telefonê wê bikin. Dayîka min vegeriya malê.
Derdora saet 9ê şevê, me ji kesên din xebera mirina xwişka xwe wergirt û hîn bûn ku ew li nava malê daliqandî hatiye dîtin."
Sedema mirina wê hîn nehatiye diyarkirin
Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku sedema mirina Nurcan Akpîrînçê hîn nehatiye diyarkirin, ji bo diyarkirina sedemê nimûneyên xwîn û şaneyan ji bo analîzên toksîkolojîk û hîstopatolojîk hatin wergirtin.
Li gorî raporê benekî duqatî ku ji stûyê termê hatibû girtin xistin nava kîsikê delîlan û ji bo lêkolînê şandin.
Sedema mirinê dê piştî van analîzan were diyarkirin.
Li gorî nûçeyeke DHAyê, Pinar Akpîrînç diyar kiriye ku dayîka wê çûye mala xwişka wê Nurcan Akpîrînçê lê ew hatiye qewirandin û wiha gotiye:
“Xwişka min çar sal bûn zewicî bû. Du zarokên wê hebûn û ducanî bû.
Me nûçeya mirina xwişka xwe 20ê Hezîranê derdora saet 9ê şevê wergirt.
Berî ku ew roja wê winda bibe, xwişka min saet 3:05ê piştî nîvro telefonî dayîka min kiribû.
Wê gotibû ku li malê bi mêrê xwe re pev çûne û diyar kiribû ku sedema pevçûna wan ew bûye ku mêrê wê xiyanet lê kiriye û bi kamerayê bi keçikan re axiviye û ji dayîka min re gotibû ku dixwaze vegere malê.
Ji ber ku berê jî vegeriyabû malê dayîka min ji ber tirsê jê re gotibû ku bila li şûna wê biçe mala yek ji bûrayên xwe.
Saet 18:50ê bûrayê mezin ê xwişka min telefonî bavê min kir.
Wî telefona dayîka min ji bavê min xwest. Wî telefonî dayîka min kir û pirsî ka Nurcan li cem wê ye yan na.
Dayîka min got ‘Na’ û telefon girt. Piştî 5-10 xulekan dîsa telefon kir û gotinên wekî ‘Eger ew li cem we be, ez dê agahiyê bidim cendirmeyan rewş dê xirab bibe’ gotin.
Lewma dayîka min çû mala wan. Dema gihîşt wir, dît ku xezûrê xwişka wê li balkonê nîvtazî, şil û rûyê wî zer û bêreng rûniştiye.
Gava dayîka min dît gazî jina xwe kir û got, ‘Dayîka Nurcanê li vir e.’ Xesûya Nurcanê bi lez hat xwarê û got ku ew li her derê lê geriyane lê Nurcan ne li malê ye.
Dayîka min jê re got, ‘Jineke mezin dikare biçe kû derê? Telefonê bînin da ku em telefonî wê bikin.’
Tam di wê demê de mêrê wê hat û got, ‘Min telefona wê şikand.’ Dayîka min jê re got, ‘Jina te ducanî ye. 2 zarokên we hene. Tu şerm nakî bi keçikan re diaxivî?"
Xesûya wê bi awayekî dayîka min dişîne malê. Dayîka min vedigere.
Derdora saet 9ê şevê em ji kesên din nûçeya mirina xwişka xwe dibihîzin û hîn dibin ku ew li nava malê bi awayekî daliqandî hatiye dîtin.”
Pinar Akpîrînçê bi angaşta ku xwişka wê berî mirina xwe gotibû ku xesûya wê dê wê bikuje, wiha berdewam kir:
“Saet di 15:05an de pêwendî bi me re danî û got, ‘Min nîqaşek kir,’ û heta saet 21:00an, nûçeya mirina Nurcanê gihîşt me.
Keçeke Nurcanê ya şîr didayê hebû. Di navbera wan de nêzîkî çar-pênc saetan derbas bûbû.
Gelo ev pitik qet birçî nebû? Gelo tî nebû? Gelo kesî nepirsî, ‘Dayîka wê li kû ye?’
Hefteyek an du hefte berî ku jiyana xwe ji dest bide, xwişka min nûçeya ducaniyê wergirtibû.
Çûbû cem doktor. Dema doktor ducaniya wê piştrast kir, wê ji min re peyamek şand û got, ‘Ez ducanî me.’
Min jî bersiv da û got, ‘Pîroz be, çi xebereke xweş e.’ Peyama ku wê paşê şand ev bû: ‘Pinar xesûya min dê min bikuje.’
Gelo mirovekî ku li mala xwe bextewar e, dê peyameke wiha bişîne?
Piştî bûyerê mêrê wê heman şevê reviya, ji bajêr derket. Kes nehat desteserkirin.
Em çûn û me giliyê fermî kir. Mêrê wê û xezûrê wê du roj şûnde çûn îfade dan û xesûya wê jî şeş roj şûnde çû.
Wê rojê tiştên pir ecêb qewimîn. Xwekujî be an kuştin be ferq nake. Kesekî mirî cenazeyek ji wê malê hat derxistin.
Çawa dibe ku mirovên li wê malê nehatin desteserkirin? Çawa dibe ku îfadeyên wan tavilê nehatin girtin?
Wisa xuya dike ku xwekujî ye, lê çima ev jina ciwan xwe kuşt?
Sedema mirinê di raporê de nehatiye nivîsandin. Derbarê zarokên wê jî kurê wê li cem xesûyê ye lê keça wê li navçeyeke din li cem xaltîka xwe ye.
Her du ji hev veqetandin. Niha ew jî bi hev re mezin nabin. Daxwaza malbata min û ya min ew e ku ev bûyer di zûtirîn dem de were zelalkirin û aliyê din bila bedêla wê yekê bide.”
Bavê Nurcanê Hasan Akpîrînç (53) jî diyar kir ku mirina keça wî bi guman bû û wiha got:
“Wî pêşî derbarê mirina keça min agahî da diya wê û got ku ew pev çûne.
Paşê, nêzîkî êvarê piştî çar-pênc saetan zavayê min telefonî min kir û hejmara diya wê xwest da ku bikaribe telefonî wê bike.
Pişt re wî telefonî diya wê kir û got: ‘Keça te winda bûye.’
Paşê, em hîn bûn ku wê di rewşeke gumanbar de canê xwe ji dest daye.
Ez ji mêrê wê û ji malbata wî gilîdar im.”



