Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Giştî ya Tirkiyeyê (MGM) rapora rewşa hewayê ya 6ê Çiriya Pêşîn (îro) belav kir.
Li gorî raporê, li 46 parêzgehan dê baraneke bihêz bibare û birûsk vedin.
Giranî û bandora herî zêde ya vê pêla hewayê dê li ser bajarên Bakurê Kurdistanê be.
Her wiha ji bo hinek deverên Bakurê Kurdistanê hişyariya rabûna tozê hat dayîn.
Di raporê de tê diyarkirin ku dê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê baraneke dijwar û herêmî bibare.
Bajar û herêmên ku dê herî zêde di bin bandora vê baranê de bimînin ev in: Xarpêt, Dêrsim, Erzirom, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Agirî, Îdir, Qers û Sêwaz.
Her wiha li başûrê Meletiyê, bakur û rojhilatê Amed û Semsûrê, bakurê Êlihê û li Mereşê jî baraneke zêde tê pêşbînîkirin.
Bajarên Tirkiyeyê yên ku baran li wan heye
Bandora baranê dê li hinek parêzgehên Tirkiyeyê jî hebe.
Bi taybetî li Osmaniye, peravên Hatayê û Karamanê baraneke dijwar tê payîn.
Bajarên din ên Tirkiyeyê yên ku baran li wan tê çaverêkirin ev in: Adana, Antalya, Mêrsîn, Aksaray, Qeyserî, Konya, Nevşehîr, Nîgde, Sînop, Samsun, Ordu, Tokat, Gîresun, Trabzon, Rîze, Artvîn, Gumuşhane û Bayburt.
Pêla tozê û daketina germahiyê
Saziya Keşnasiyê da zanîn ku germahiya hewayê di asta asayî ya demsalê de ye lê li hinek bajarên Bakurê Kurdistanê dê germahî 4-6 pileyî dakeve.
Her wiha ji bo hinek navçeyên Bakurê Kurdistanê hişyariya pêla tozê hat dayîn.
Pispor dixwazin ku welatî li hemberî kêmbûna kalîteya hewayê, daketina mesafeya dîtinê û pirsgirêkên di çûn û hatinê de baldar bin.
Ji bo 19 bajaran hişyariya bi “Koda Zer” hat dayîn
Saziya Keşnasiyê ji ber metirsiya lehiyê, rabûna avê, birûsk, zîpik, bager û astengên di çûn û hatinê de, ji bo 19 bajaran alarma bi "Koda Zer" da.
Ji van bajaran 17 parêzgeh li Bakurê Kurdistanê ne û 2 jî li Tirkiyeyê ne:
• Bakurê Kurdistanê: Amed, Semsûr, Çewlîg, Erzirom, Meletî, Sêrt, Wan, Şirnex, Agirî, Bedlîs, Xarpêt, Colemêrg, Qers, Mûş, Dêrsim, Êlih û Îdir.
• Tirkiye: Hatay û Osmaniye.



