Hewlêr(Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Di peyama ku bi rêya hesabê Facebookê yê Baregeha Barzanî hat belavkirin de wiha hat gotin:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta Cejna Cemayê ya xûşk û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li civata rûhanî û oldar û hemî Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hivîdar im ku xûşk û birayên Êzidî hemî cejn û helkeftên xwe di aramî û tenahiyê de bi azadane bi ser bibin.
Bi vê helkeftê xûşk û birayên Êzidî piştrast dikim ku em dê herdem piştgiriyê bidin parastina maf û daxwaziyên wan ên rewa.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
Mesûd Barzanî”
Cejna Cemayê
Ev cejn heft rojan, di navbera 6 û 12ê Çiriya Pêşîn de didome û Lalişê dike navenda pêkvejiyan û baweriyê.
Navê "Cema" bi xwe wateya kombûn û yekîtiyê dide.
Bi hezaran bawermend ji Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi cilên xwe yên Kurdî yên resen digihîjin hev û li dora Perestgeha Lalişê kom dibin.
Di van heft rojan de Laliş bi dengê xweş ê def û şibabê, her wiha bi gotina qewl û beytên ruhanî tije dibe.
Di vê cejnê de gelek rêûresmên taybet û pîroz tên lidarxistin.
Şûştina zarokan a li Kaniya Spî, gerandina "Semaya Pîroz" a ji aliyê ruhanî û oldaran ve bi cilên spî yên paqij û pêxistina 365 çirayan a li gorî hejmara rojên salê beşek ji wan rêûresman e ku tên lidarxistin da ku ronahî li ser tariyê serwer be.
Morkirina li Kaniya Spî
Yek ji kevneşopiyên herî pîroz ên Êzidiyatiyê, rêûresma morkirina zarokan a li Kaniya Spî ya li Perestgeha Lalişê ye.
Kaniya Spî dikeve nav Perestgeha Lalişê û li cem Kurdên Êzidî ev av wekî ava herî pîroz tê qebûlkirin.
Di ola Êzidiyan de divê her kes di jiyana xwe de bi ava Kaniya Spî were morkirin, ango ev av bi ser laş an porê zarokan de were reşandin.
Çend wateyên vê cejnê hene ku ya herî girîng nîşana fermî ya wergirtina nasnameya olî û paqijbûnê ye.
Her çend ev av her tim pîroz be jî di rojên Cejna Cemayê de dê û bav zarokên xwe yên biçûk dibin Lalişê û wan di ava Kaniya Spî de dişon an jî avê bi ser wan de dirijînin.
Beşdarbûna li vê cejnê ji bo bicihanîna vê ferza olî derfeteke girîng e.
Her wiha bawermendên ku li derveyî welêt dijîn jî dema ku di dema cejnê de vedigerin Lalişê vê ava pîroz bi kar tînin.
Ev rêûresm bi şêweyekî ruhanî û bi rêz tê lidarxistin û qewal û xizmetkarên Perestgeha Lalişê çavdêriya wê dikin.

.jpg&w=3840&q=75)

