Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir ku ji ber polîtîkayên ewlehiyê û pergala bacê ya hikûmeta navendî ya Îraqê di salên dawî de di hinartina ber bi Îraqê ve bipaşveçûnek heye.
Kaya bal kişand ser aliyê aborî yê pêvajoyê û ji bo bipêşketina herêmî, hinartin, peydakirina fînansê û veberhênanên nû yên pîşesaziyê bangî hikûmetê kir.
Mehmet Kaya bû mêhvanê bultena demjimêr 15:00ê ya Rûdawê û derbarê pirsgirêkên aboriyê yên herêmê, hinartin, veberhênanên pîşesaziyê û aliyê aborî yê pêvajoya çareseriyê nirxandinên giring kirin.
Kaya diyar kir ku ew di hilbijartinên DTSOyê de bi lîsteyeke yekta beşdar bûne û ev yek di dîroka jûrê de cara yekem çêbûye.
Wî anî ziman ku di vê pêvajoyê de li gel derdorên kar a herêmê, rêxistinên civakî yên sivîl ên ku nûnertiya cîhana kar dikin jî piştgiriyeke girîng daye wan.
“Sê aliyên girîng ên doza Kurdan hene”
Kaya destnîşan kir ku pêvajoya ku nêzîkî 20 meh in li Tirkiyeyê berdewam dike hatiye qonaxeke girîng û got ku sê aliyên bingehîn ên doza Kurdan hene û wiha got:
“Yek jê çekdanîn e, ev yek bi rêziknameyên yasayî yên nû re bi dawî dibe. Ya duyemîn aliyê demokratîkbûnê ye.
Ya sêyemîn jî aborî ye, ango karên ji bo bilindkirina asta bipêşketina civakî û aborî ya herêmê ye.”
Wî her wiha diyar kir ku herî zêde şer û pevçûnan bûne sedema paşdemayîna aboriyê ya herêmê.
Kaya diyar kir ku herêm ji aliyê pêşketina civakî û aboriyê ve li Tirkiyeyê di rêzên dawî de ye û polîtîkayên ewlehiyê jî bandoreke neyînî li bazirganî û hinartina Amedê kiriye.
“Armanca me ne tenê bajarek e, bipêşketina herêmî ye”
Kaya got ku di heyama nû de ew dê ne tenê li ser Amedê lê li ser bipêşketina tevahiya herêmê bisekinin û wiha got:
“Me ji bipêşketina bajarekî zêdetir, bipêşketina herêmî kiriye armanca xwe.
Niha li cîhanê karên herêmî aboriyê bihêztir dikin. Divê em tenê di asta bajarekî de nemînin.”
Kaya anî ziman ku ji bo zêdekirina bazirganiya bi welatên herêmê re, ew dê yek bi yek şopandin û koordînasyona veberhênanê ava bikin.
Wî diyar kir ku bi wî awayî, ew dê pêşniyarên li ser gavên aboriyê yên pêwîst pêşkêşî hikûmetê bikin.
Kaya destnîşan kir ku gihîştina fînansê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên herêmê ye û got ku bi taybetî veberhênerên piçûk û kooperatîf di gihîştina krediyan de zehmetiyê dikişînin û wiha pê de çû:
“Em dixwazin fonekê ava bikin da ku bi taybetî hilberînerên biçûk bikaribin bi krediyên biçûk karê xwe ava bikin. Bi vî awayî em dê modelên perwerde û karsaziyê jî çêkin.”
Ji bo hişê çêkirî û hinartinê projeyên nû
Serokê DTSOyê diyar kir ku hişê çêkirî û qadên kar ên nifşê nû jî di rojeva wan de ne û wiha berdewam kir:
“Heke hûn karê xwe bi nifşê nû û hişê çêkirî re nekin û nivîsbariyê nexin nava kar, şensê we yê jiyanê namîne.”
Kaya her wiha da zanîn ku ji bo agahdarkirina endaman di van waran de, ew dê projeyeke nû ava amade bikin.
Kaya ragihand ku ji bo zêdekirina hinartinê jî ew dê “navendeke agahdariyê” ava bikin û bi rêya vê navendê, agahiyê bidin şirketan ka dikarin kîjan berheman bişînin kîjan welatî.
Kaya her wiha diyar kir ku ew bi zanîngehan re karên hevpar dikin û ji bo çêkirina tekno-bajareke nû di herêmên pîşesaziyê yên organîze de, ew dê bi Wezareta Pîşesaziyê re bixebitin.
“Reçeteya ku li Enqereyê tê nivîsandin li vir nagire”
Kaya anî ziman ku herêm bi salan e bi pergala piştgiriyê tê birêvebirin lê pergala heyî ti encam nedaye û got:
“Di 24 salên dawî de pergala piştgiriyê 16 caran hat guhertin û bicihanîn lê gava em lê dinêrin, para 29 parêzgehên Kurdan tenê ji sedî 10 e.
Cihên mîna Stenbolê ku di herêma yekem de ne, ji sedî 60 para xwe girtine.
Diyar e ku reçeteya li Enqereyê tê nivîsandin li vir nagire.”
Kaya ji ber vê yekê, destnîşan kir ku parêzgehên herêmê divê bi hev re tevbigerin û pêşniyarên xwe yên aborî pêşkêşî hikûmetê bikin û got ku pergaleke nû ya piştgiriyê ya li gorî herêmê bê amadekirin.
“Heke Deriyê Nisêbînê vebe dê pîşesazî geş bibe”
Kaya got ku ji bo zêdekirina veberhênanên pîşesaziyê ya li herêmê, divê binesaziya veguhestinê jî bê bipêşxistin.
Kaya diyar kir ku divê trênên bilez, gihîştina benderan û binesaziya pîşesaziyê bên bihêzkirin û wiha lê zêde kir:
“Daxwaza me ji hikûmetê ev e ku karên ji bo gihîştina pîşesazên herêmê ya benderan û peydakirina fînansê bi lez werin bicihanîn.”
Kaya bi bîr xist ku Deriyê Sînor ê Nisêbînê hîn jî girtî ye û vekirina vî deriyî dê bandoreke mezin li ser aborî û pîşesaziya herêmê bike û wiha got:
“Eger Deriyê Nisêbînê vebe, ew dê di carekê de pîşesaziyê li vê herêmê geş bike.
Ev ne tenê ji bo Nisêbîn û Qamişloyê ye, ji Ameda ku 170 kîlometreyî dûrî Sûriyeyê ye heta Mêrdînê dê bandora xwe bike.”
“Em bazara Îraqê ji dest didin”
Mehmet Kaya diyar kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê hevakrên bazirganiyê yên pir girîng ên Tirkiyeyê ne lê di salên dawî de di hinartina ber bi Îraqê ve bipaşveçûnek heye.
Kaya da zanîn ku Îraq sala 2015an di hinartina Tirkiyeyê de di rêza yekem de bû lê îro daketiye rêza sêyem.
Wî sedemên vê yekê wekî polîtîkayên ewlehiyê û pergala bacê ya hikûmeta navendî ya Îraqê nîşan da.
Kaya destnîşan kir ku ji bo zêdekirina bazirganiya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re divê deriyên sînor bi du alî ve bêne vekirin û wiha got:
“Çar deriyên me yên girtî bi Îraqê re hene. Divê ev derî bi du alî ve werin vekirin da ku çûn û hatin hêsan bibe.”
Kaya diyar kir ku nêzîkî nîvê hinartina Amedê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê tê kirin û wiha domand:
“Zêdebûna hinartina me, tê wateya zêdebûna hinartina me ya bi Îraqê re.”
Kaya anî ziman ku hinartina Amedê ya ji bo Îraqê di vê mehê de ji sedî 20 zêde bûye lê di encama neh mehan de ji sedî 20î zêdetir kêm bûye û got ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî yek ji sedemên vê bipaşveçûna hinartinê ye.
Mehmet Kaya axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Bi dawîbûna krîzê û hatina piştgiriyan, hinartina me ya bi Îraqê re jî dê di wê astê de zêde bike. ”


.jpg&w=3840&q=75)