Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê red dike ku ti pergala parastina asmanî gihîştibe destê wan.
Wezaretê ragihand ku ew nûçeyên li ser zarê çavkaniyekê di wezaretê de hatine belavkirin, bi temamî dûrî rastiyê ne.
Wezareta Pêşmergeyan li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê got, "Îro di çendîn kanalên fermî û nefermî de û li ser rûpelên medyaya civakî, li ser zarê çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmergeyan derbarê gihîştina pergala parastina asmanî nûçeyek hatiye belavkirin.
Ti çavkaniya fermî ya Wezareta Pêşmergeyan di vê derbarê de daxuyanî nedaye. Ev nûçe dûrî rastiyê ye û em wê red dikin.
Em her wiha radigihînin ku ti pergala parastina asmanî negihîştiye Wezareta Pêşmergeyan."
Valahiya parastinê ya li asmanê Îraqê
Piştî vekişîna hêzên Amerîka û Kolaîsyonê, li asmanê Îraqê valahiyeke parastinê derket holê.
Vê yekê wiha kir ku Bexda bi lez hewl bide çareseriyekê bibîne.
Ji bo bidestxistina pergaleke parastina asmanî, şandeyên ewlehiyê yên Îraqê berê xwe da welatên zilhêz; ji Amerîkayê heta Rûsyayê û ji Koreya Başûr heta Çînê.
Pêdivî bi zêdetirî 10 milyar dolarî heye
Bexdayê soz dabû ku asmanê Herêma Kurdistanê jî bixe bin heman sîwana parastinê lê belê bihabûna lêçûna kirîna pergalan û rêgiriyên siyasî ev pêvajo hêdî kiriye.
Ji bo ku Îraq asmanê xwe bi temamî biparêze, pêdiviya wê bi zêdetirî 10 milyar dolaran heye. Ev yek jî di rewşa niha ya Îraqê de ne karekî hêsan e.



