Girkê Legê
(Rûdaw) - Li bajarokê
Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê mamosteyê bi navê Hesen Keleş ji aliyê kesên
nenas ve hat revandin û ji bo berdana wî 300 hezar dolar fîdye dixwazin.
Hesen Keleşê 56
salî 30ê meha borî li navenda bajarokê Girkê Legê yê Dêrikê ve hat revandin û otomobîla
wî li cihê bûyerê hiştin.
Roja piştî revandinê,
bi rêya hejmareke Fîlîpînê pêwendî bi malbata wî re hat kirin û vîdeoyek ji
birayê wî re hat şandin.
"300
hezar dolar fdiye xwestine"
Birayê mamosteyê
revandî Rêzan Keleş li ser mijarê got:
"Li ser
WhatsAppê ji me re nivîsandin û wêneyê wî şandin. Wan got 'Ew li ba me ye, sax
û silamet e lê divê hûn 300 hezar dolarî bidin'.
Roja din dîsa pêwendî
kirin û gotin '24 demjimêrên we qediyan û we pere nedan, hûn bi agir dilîzin.'"
Hawara dayîkê
Malbata Mamoste
Hesen di nav xemeke mezin de ye.
Dayîka wî Meryem
Xidir diyar dike ku kurê wê ne deyndar bû û ne jî dijminatiya kesî dikir ku
were revandin.
Meryema dayîka
mamosteyê revandî hawara xwe bir rêberên Kurdan û got:
"Kezeba min
dişewite. Ez ji Mesûdê Barzanî, ji Nêçîrvan Barzanî û ji civaka navneteweyî
dixwazim ku kurê min vegerînin, çi sax be çi mirî be. Ma ne wele zehmet e. Ma
qey jê zehmettir heye keça min?"
"Divê
tawanbar bên cezakirin"
Ehmed Keleşê apê
Mamoste Hesen jî bertek nîşanî bûyerê da û got:
"Divê kesên
ku van tawanan dikin bên cezakirin da ku zanibin serberdayî nîne. Nabe her kes
rabe kesekî birevîne û daxwaza pereyên xeyalî bike.
Divê Rêveberiya
Xweser û hikûmeta Şamê rewşa ewlehiyê kontrol bikin."
Malbatê li
dadgeha Rêveberiya Xweser doz vekiriye.
Hêzên Asayîşa
Rojavayê Kurdistanê jî daye zanîn ku lêkolînên wan ên li ser bûyerê berdewam
dikin lê heta niha ti hûrgilî nehatine ragihandin.


