Hewlêr (Rûdaw)
- Birêvebiriya Tevgerê (Partiya
Karkerên Kurdistanê/PKK) diyar kir ku li gel vekişandina hêzên li nava sînorên
Tirkiyeyê ku ne rîsk bûn, wan 4 tunel û çeperên li Metînayê vala kirine û got,
"Li pêşiya azadiya Rêber Apo û qanûnên azadiyê êdî ti asteng û hincet
nemane."
Tevgerê bi
daxuyaniyeke nivîskî rojeva dawî nirxand.
Daxuyaniya Birêvebiriya
Tevgerê bi vî rengî ye:
"Di ser
pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re 2 sal derbas bûn ku 23yê Cotmeha 2024an bi
bersiva Rêber Apo ya ji bo Devlet Bahçelî dest pê kir ku Rêber Apo gotibû, hêza
min heye ku şer bikişînim ser zemîna hiqûqî û siyasî. Rêber Apo di nava van 2
salan de gelekî hewl da û pêvajo gihand vê astê.
Bi banga 27ê
Sibata 2025an a Rêber Apo re Tevgera me rawestandina şer îlan kir. Bi Kongreya
12emîn re ku di navbera 5-7ê Gulanê de li dar xist PKK fesix kir û dawî li
têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê anî.
Di kongreyê de
biryar da ku divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi her alî ji aliyê Rêber
Apo ve bê meşandin.
Bi vî rengî
dilsoziya bi îradeya çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd careke din
hate destnîşankirin ku Rêber Apo di sala 1993yan de da destpêkirin.
Hevseroka Konseya
Rêveber a KCKyê Besê Hozat bi 30 hevalan di 11ê Tîrmeha 2025an de weke sembola
îradeya bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, çek şewitandin. Bi
vî awayî guherîna me ya stratejîk bi şênberî hate nîşandan.
Piştî biryara me
ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gerîlayên ku li pey hev ji nava sînorên
Tirkiyeyê hatin kişandin, di 26ê Cotmeha 2025an de bi endamê Konseya Reveber a
KCKyê hevalê Sabrî Ok re bi dilsoziya bi têkoşîna siyasî demokratîk a bi
bidawîkriina têkoşîna çekdarî ji raya giştî re eşkere kirin.
“Em çareseriya
pirsgirêka Kurd tercîh dikin”
Rêber Apo û
Tevgera me gelek caran bi daxuyaniyan bi zimanekî eşkere ragihand ku li ser
bingeha demokratîkbûnê ew çareseriya pirsgirêka Kurd tercîh dikin. Gelê Kurd,
raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê ev helwesta Tevgera me rast dît û piştgiriya
wê kir. Destnîşan kirin ku helwesta Rêber Apo û PKKyê dê ji bo Tirkiye û
Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin.
Li Tirkiyeyê 2
sal in qet şer naqewime, ciwanekî bi tenê yê Tirk û Kurd jiyana xwe ji dest
nade. Ev rewş bi serê xwe qedir û qîmetê pêvajoya aştî û civaka demokratîk
radixe pêş çavan.
Ne tenê Kurd, her
kesên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, baweriya xwe bi wê aniye ku bi
serketina pêvajoyê re wê gelên Tirkiyeyê hemû bi ser bikevin. Ji ber ku dîtin
pirsgirêka Kurd a ku nehatiye çareserkirin çavkaniya pirsgirêkan hemûyan e.
Ji her du aliyan
bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Ji bo şer bi trîlyonan dolar hate
xerckirin. Ne tenê di polîtîkaya hundirîn de her wiha di polîtîkaya derve de jî
ev yek bûye aliyê lawaz ê dewleta Tirk. Ya herî xerab jî qutbûna navbera gelên
Kurd û Tirk e ku nêzî hezar sal in weke cîranê hev bi hev re ne.
Dijberî û
qutbûneke ku bi sedan salan di ti serdemê de nehatiye dîtin, kete navbera
Kurdan û dewleta Tirk. Armanc ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk ew e ku vê
dijberiyê û şerê çekdarî bi dawî bike, bi entegrasyona demokratîk re dawî li
qutbûna pir alî ya navbera Tirkiye û Kurdan bîne.
Rêber Apo ev
çareserî ne tenê weke tercîheke polîtîk xist rojevê. Bi Manîfestoya Civaka
Demokratîk û danezana entegrasyona demokratîk û komara demokratîk hîmên
bingehîn ên teorîk û îdeolojîk jî danîn. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşvebirina
pêvajoyê îradeyeke xurt û hewldaneke mezin nîşan da. Tevgera me ya azadiyê jî
li gorî pêwîstiyên vê pêvajoya ku Rêberê me dimîne tevgeriya.
“Ne li gorî wê
çarçoveyê bû ku Rêber Apo diyar kiribû”
Di nava
atmosfereke civakî û siyasî de ku bi îradeya Rêber Apo û gavên Tevgera me
afirî, li meclîsê di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de
komîsyonek hate avakirin. Vê komîsyonê bi gelek kes û derdorên civakî re
hevdîtin kirin ku piraniya partiyên siyasî endam dan vê komîsyonê.
Komîsyonê hevdîtin
bi Rêber Apo re kir û raporek amade kir. Li gel kêmasî û şaşîtiyên xwe yên cidî
jî komîsyona li meclîsê hate avakirin têkildarî pirsgirêka Kurd raporek amade
kir. Di vê raporê de heta astekê hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd bi rê û
rêbazên çekdarî nikare bê çareserkirin, pirsgirêk bi demokratîkbûnê dikare
çareser bibe. Lewma weke asta destpêkê işaret bi hin gavan kir ku îradeya
siyasî dikare biavêje. Lê belê îradeya siyasî hem ev gav neavêt hem jî di
mijara demokratîkbûnê de neket nava ti hewldanan.
Rêber Apo
derxistina qanûneke çarçoveyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser
bingeha demokratîkbûnê gelekî girîng dît ku weke qanûna kokê jî bilêv kir. Di
hevdîtinê bi dewletê hemûyan re li ser girîngiya vê sekinî. Di vê çarçoveyê de
diyar kir ku piştî derxistina qanûna çarçoveyê divê qanûnên azadiyê bêne
derxistin û her firsendê girîngiya vê yekê destnîşan kir.
Lê belê qanûna
çarçoveyê ya ku hatiye amadekirin ne li gorî wê çarçoveyê bû ku Rêber Apo diyar
kiribû. Tevgera me ya azadiyê jî nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser vê qanûna
çarçoveyê hem ji navbeynkarên navbera me û dewletê, hem jî bi rêya çavkaniyên
vekirî bilêv kir. Ev nêrîn û pêşniyar bi esasî li ber çavan nehate girtin.
Rêber Apo weke
koordînatorê aştî û siyasîbûnê; ji bo karibe di nava mercên azad de kar bike û
bi rola xwe rabe, ev qanûn weke gava destpêkê ya hezar gavî nirxand. Tevgera me
jî ji ber ku derketina qanûnê ji naveroka mercên siyasî yên heyî cudatir girîng
dît, helwesteke dijber nîşan neda. Lê belê destnîşan kir ku qanûn bi rengekî
cidî xwedî pirsgirêkan e. Ji ber ku qanûnê Rêberê me û rêveberiya Tevgera
Azadiyê li derve hişt û bi vî rengî hîn ji destpêkê ve kete rewşeke zehmet a
bicihanînê û bê wate. Weke qanûneke ku îpotek danî ser îradeya meclîsê cihê xwe
li nava dîrokê girt, ku meclîs ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bibe
platformeke bingehîn.
Desthilatdariya
AKPyê piştî vê qanûnê ti gav neavêt. Di dema amadekirina qanûnê de li gel ku
rayedarên dewletê soz dan ku Rêberê me di serî de rojnamevan wê karibe bi gelek
derdoran re hevdîtinan bike, di vê mijarê de jî gav nehate avêtin. Ji bilî
hevdîtina Îmrali-Heyeta DEM Partiyê tecrîda li ser Rêber Apo dewam kir.
“Em vekişiyan”
Tevgera me ya
Azadiyê li gel vê yekê jî ji bo desthilatdariya AKPyê êdî ti hincetan nebîne û
ji nêzîkatiya kêm a li pêvajoyê re neke hincet, hemû hêzên me yên li nava
Tirkiyeyê yên ku ti rîska xwe ya şer tine bû, beriya bi çend rojan bi temamî
vekişandiye.
Her wiha me 4
tunelên şer û çeperên li Metînayê yên li rojavayê Zapê, li gel ku dûrî sînor e
û li ser dewleta Tirk ne gef e, heman rojan vala kir. Bi kurtasî me hemû hêzên
xwe yên çekdar ên li nava sînorên Tirkiyeyê û li deverên ku nêzî sînorê
Tirkiyeyê vekişandine.
Bi vî rengî hemû
pêwîstiyên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê û
stratejiya me ya têkoşîna siyasî demokratîk bi temamî hatine bicihanîn.
Dewleta Tirk êdî
bi ti awayî nikare qala gefeke çekdarî ya li ser Tirkiyeyê bike. Weke Tevgera
Azadiyê me gavên welê avêtin ku di çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî de li
devereke din a cîhanê nayê dîtin. Eger wate û qîmetê van gavan neyê zanîn, di
serî de azadiya Rêberê me di mijara qanûnên azadiyê de gav neyên avêtin, ev yek
dê were wê wateyê ku dewleta Tirk polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî dewam
dike.
“Ti asteng û
ti hincet nemane”
Nêzîkatiya li
Rêber Apo û pêkhatina mercên azad ên karkirin û jiyanê yên Rêber Apo bêyî
astengan, dê bibe nîşana nêzîkatiya desthilatdariya AKPyê ya li pêvajoyê. Eger
di vê mijarê de bêyî derengmayinê gav neyê avêtin, wê fikar û gumanên li nav
agelê me û Tevgera me ya Azadiyê ya têkildarî pêvajoyê piştrast bibe, ev jî bi
her awayî wê bandorê li helwestan bike. Avaniya me ya rêxistinê beriya her
tiştî li ser bingeha nêzîkatiya li Rêber Apo nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber ku
nêzîkatiya li Rêber Apo weke nêzîkatiya li gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd
dibîne.
Li pêşiya azadiya
Rêber Apo û gavên ji bo qanûnên azadiyê ti asteng û ti hincet nemane. Eger
dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd a 100 salî ne bi rêya çekê, li ser bingeha
demokratîkbûnê çareser bike, wê demê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka
demokratîk divê gavên pêwîst bêyî derengketinê biavêje.
Pirsgirêka 100
salî ya Tirkiyeyê gelekî girîng e ku nabe li gorî hilbijartinê û polîtîkayên
navxweyî yên rojane bê nirxandin. Ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka gelên
Tirkiyeyê û hêzên siyasî hemûyan e. Eger desthilatdariya AKPyê dibêje, ez dê vê
pêvajoyê li demê belav bikim, Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bikim û di vê
mijarê de polîtîkaya berê dewam bikim, ev yek wê bibe şaştiya herî mezin a
dîroka Tirkiyeyê.
Ev dê bê wateya
têkbirina olîtîkayên Rêber Apo û Tevgera me yên ji bo berjewendiyên gelên
Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Bi vî rengî dê nebaşiyeke gelekî mezin li gelên
Tirkiyeyê bike. Ji bo rewşeke bi vî rengî dernekeve holê, me bi berpirsyariyeke
mezin hewl dan erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger ev nêzîkatiya Rêber
Apo û Tevgera me rast neyê fêhmkirin, her wiha weke lawaziyekê bê dîtin, ji bilî
nêzîkatiyeke polîtîk a sivik dê ev yek neyê ti wateyê.
“Em bang li
desthilatdariyê dikin...”
Em bang li
desthilatdariyê dikin ku dest ji vê nêzîkatiyê berde, her wiha bang li gelên
Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û welatparêzên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku ji bo
pêvajoya aştî û civaka demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo bi berpirsyariyê
rabin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka partiyekê û desthilatdariyê nîne.
Pirsgirêka paşerojeke demokratîk û jiyana azad a gelên Tirkiyeyê ye.
Eger pêvajoya
aştî û civaka demokratîk tenê weke pirsgirêkeke navbera AKP û Tevgera Azadiyê
bê dîtin, ev yek dê bê wateya nedîtina rastiyê. Pirsgirêkên ku gelên Tirkiyeyê
ji wan gilî û gazinan dikin û dixwazin bêne çareserkirin, hemû ji ber
neçareserkirina pirsgirêka Kurd e.
Ji ber vê yekê
divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bi rengekî çalak beşdarî vê pêvajoyê
bibin. Ji bo hêzên civakî û tevahiya gelên Tirkiyeyê wezîfe û berpirsyariyeke
dîrokî ye astengên li peşiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji holê rakin û
bikin ku pêvajoya ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye bi ser
bikeve."
Çavkanî: ANF



