Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî ji bo beşdarbûna Foruma MERIyê ya 2026an gihîşt Hewlêrê.
Sibe Foruma MERIyê ya 2026an li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî dê 13ê Çiriya Pêşîn di vê forumê de beşdarî panelekê bibe.
Di vê panelê de dê paşeroja Rojavayê Kurdistanê û pêwendiyên bi hikûmeta Sûriyeyê re werin gotûbêjkirin.
Îlham Ehmed jî dê biaxive
Her wiha siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed jî yek ji beşdarên vê forumê ye.
Îlham Ehmed dê sibe di panelekê de axaftinekê bike û nêrînên xwe pêşkêş bike.
Gelek kesayetiyên girîng beşdar dibin
Foruma MERIyê dê du rojan bidome.
Gelek serkirde û kesayetiyên girîng ên ji Herêma Kurdistanê û derveyî welêt beşdarî vê forumê dibin.


