Hewlêr (Rûdaw) - Di 30emîn Kongreya Asayî ya Baroya Wanê ya ku roja yekşemê hat sazkirin de, serokê niha Sînan Ozaraz 392 deng standin û careke din bû serokê baroyê.
Ozaraz diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe ya li dijî binpêkirina mafan bidomînin û daxwaza "pêvajoya aştî û civaka demokratîk" biparêzin.
Ozaraz di hilbijartinên serokatiyê yên Kongreya Asayî ya Baroya Wanê de destnîşan kir ku wan pêvajoyeke demokratîk a hilbijartinê li pey xwe hiştiye.
Wî piştî eşkerekirina encaman da zanîn ku Baroya Wanê dê di serdema nû de jî mafên pîşeyî yên parêzeran biparêze û li hemberî pirsgirêkên civakî berpirsyariyên xwe pêk bîne.
Sînan Ozaraz da xuyakirin ku ew dê ji bo başkirina şert û mercên xebatê yên parêzeran bixebitin û got:
“Hilbijartina me ya careke din bi awayekî zelal nîşan dide ku Baroya Wanê wekî doh, dê îro û sibê jî li cem parêzerên xwe be û rûmeta pîşeya parêzeriyê bilind bigire.”
"Em dê li cem Kurdan, jinan û bindestan bin"
Ozaraz bal kişand ser helwesta baroyê ya li hemberî pirsgirêkên civakî û got ku parastina aştiyê, demokratîkbûn, xwedîderketina li zimanê Kurdî û têkoşîna li dijî binpêkirina mafan ji bo wan gelekî girîng e û li pey çû:
“Em dê li cem zimanê Kurdî, li cem jinan, li cem zarokan, li cem penaberên ku ji bo jiyaneke nû canê xwe dixin metirsiyê, li cem Kurdan, Elewiyan, bindestan û hemû kesan cih bigirin ku mafên wan ji destên wan tên standin.”
Serokê Baroya Wanê di axaftina xwe de Serokê Baroya Amedê yê ku hatibû qetilkirin Tahîr Elçî jî bi bîr anî û soza berdewamkirina têkoşîna wî ya heq û hiqûqê da.
Wî diyar kir ku ew dê bi heman biryardariyê mafên gel û civakê biparêzin.
Piştgirî ji bo pêvajoya aştiyê
Ozaraz ragihand ku Baroya Wanê piştgiriyê dide pêvajoya aştî û civaka demokratîk û got:
“Baroya Wanê ji îro pê ve jî ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bigihe serkeftinê, dê bi hemû hebûna xwe têbikoşe.”
Sînan Ozaraz di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû hevkar û hevpîşeyên xwe kir ku piştgirî daye wî û tîma wî.



