Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê berê yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Her du aliyan her wihaa tekezî li ser berdewamiya diyaloga navbera aliyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hevpeymaniya Avadankirin û Bipêşketinê û Serokwezîrê berê yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî qebûl kir.
Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê li ser maseyê bûn
Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê, bipêşketinên dawî yên herêmê û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û lihevtêgihiştina aliyên siyasî kiriye, da ku aramî bê parastin, aborî bi pêş bikeve û xizmeta welatiyan bê kirin.
Giringiya hevahengî û xebata hevpar
Her wiha pêwîstiya hevahengî û xebata hevpar a di navbera hêz û aliyên Îraqî de ji bo rûbirûbûna astengiyên vê qonaxê, mijarên din a sereke yên civîna Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî bûn.



