Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, mînîbuseke xwendekaran qulibî û di encama qezayê de 12 xwendekar birîndar bûn.
Îro, mînîbusa ku xwendekar ji gundê Wezîravayê dibir gundê Girêpîrê, li nêzîkî pira gundê Wezîravayê ji rê derket û qulibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 12 xwendekarên birîndar ji bo dermankirinê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Li gorî agahiyên destpêkê, rewşa tenduristiyê ya xwendekarên birîndar bi giştî baş e û ti metirsiyeke canî nîne.
Ji bo eşkerebûna sedema qezayê, lêkolîn hate destpêkirin.


.jpg&w=3840&q=75)
