Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Çewlîg û Amedê, di encama qezayeke trafîkê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, otomobîleke ku ji Çewlîgê ber bi navçeya Dara Hênê ve diçû, li nêzîkî Pira Dara Hênê ji kontrolê derket û li bariyerên pirê qelibî.
Di qezayê de 2 kesên di nav otomobîlê de li cihê bûyerê mirin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê midaxaleya pêşî ya birîndaran li cihê bûyerê kir û pişt re ew ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyê.
Hêzên ewlehiyê derbarê qezayê lêpirsîn da destpêkirin.
.jpg&w=3840&q=75)


