Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî malbatên din vedigerin bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê lê tenê 10 malbat Kurd in.
Pêvajoya vegera xelkê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê didome.
Îro karwanekî din ê koçberan ber bi gundên di navbera Serê Kaniyê û Til Temirê ve bi rê ket.
Li gorî agahiyên Rûdawê bi dest xistine, îro nêzîkî 450 malbat vedigerin Serê Kaniyê û çûna wan bi temamî di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ye.
"Ji 450 malbatan tenê nêzîkî 10 malbat Kurd in"
Nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê da zanîn ku piraniya wan malbatên vedigerin ne Kurd in.
Di nav vî karwanê ji 450 malbatî de tenê nêzîkî 10 malbatên Kurd hene.
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco jî ji Rûdawê re ragihand ku karwanê pêncem ji nêzîkî 450 malbatan pêk tê û serê sibehê bi rê ketiye.
Gefên li ser malbatên Kurd
Pêvajoya vegera koçberan 10ê Tebaxa 2026an bi karwanê yekem dest pê kiribû ku ji 410 malbatan pêk dihat.
Lê belê di wê demê de malbatên Kurd ên vegeriyabûn rastî êriş û gefên Erebên hawirde hatin.
Ji ber van gef û êrişan, hinek malbatên Kurd neçar mabûn ku dîsa vegerin Hisîçayê.
Vegerandina malbatan
Parlamenterê Sûriyeyê û Endamê Tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ji bo bicihkirina peymana 29ê Kanûna Paşîn Dr. Mistefa Ebdî jî ragihand ku komek ji koçberên Hisêçayê yên ku li Serê Kaniyê bûn jî vedigerin malên xwe yên li bajarê Hisîçayê.
Bi gotina Mistefa Ebdî ev kom jî ji nêzîkî 50 malbatan pêk tê.
Amarên koçberan
Ji sala 2019an ve ji ber êriş û dagirkeriyê zêdetirî 14 hezar malbatên Serê Kaniyê (zêdetirî 85 hezar kesan) koçber bûbûn.
Heta niha pêvajoya vegera van karwanan bi vî rengî pêk hatiye:
Karwanê yekem: 10ê Tebaxa 2026an (410 malbat)
Karwanê duyem: 8ê Îlona 2026an (725 malbat)
Karwanê sêyem: 5ê Çiriya Pêşîn a 2026an (516 malbat)
Karwanê çarem: 8ê Çiriya Pêşîn a 2026an (493 malbat)
Karwanê pêncem: 13ê Çiriya Pêşîn a 2026an (nêzîkî 450 malbat)
Di çar karwanên borî de bi giştî 2 hezar û 144 malbat vegeriyabûn.
Bi karwanê îro re ev hejmar gihişte nêzîkî 2 hezar û 600 malbatî.
Tevî van vegeran jî hîn 11 hezar û 856 malbatên koçber ên Serê Kaniyê li bendê ne ku vegerin ser cih û warên xwe.


