Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Balyozê Romanyayê yê Îraqê Radu Dobre re rûnişt.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê ragihand:
"Di civînê de asoya pêwendiyên Bukreşê yên li gel Bexda û Hewlêrê hatin nirxandin.
Her wiha çawaniya bipêşxistina hevkariya hevbeş a di navbera wan de, bi taybetî jî ya di wan warên ku ji bo her du aliyan girîng in, hat gotûbêjkirin."
Rûdanên siyasî û aramiya herêmê
Rûdanên dawî yên siyasî, bandor û encamên wan ên li ser ewlehî û aramiya Îraq û herêmê beşeke din a hevdîtinê bûn.
Her du aliyan her wiha bal kişand ser girîngiya hewlên dîplomatîk ên ji bo aramkirina rewşê û parastina aramiya herêmê.


