Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî re hevdîtinek kir.
Civîn îro pêk hat û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa giştî û guherîn û bipêşketinên dawî yên li Sûriye û herêmê hatine nirxandin.
Mafên Kurdan û aramiya Sûriyeyê
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin:
"Her du aliyan bal kişand ser girîngiya parastina aştî, ewlehî û aramiya Sûriyeyê û mafên Kurdan û hemû pêkhateyan."


