Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şewirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî rojeva giştî û guherînên li Sûriye û herêmê nirxandin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê Şewirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de li ser rewşa giştî, guherîn û pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê hat axaftin.
Her du aliyan destnîşan kir ku parastina aştî, ewlehî û aramiya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê girîng e.
Her wiha wan destnîşan kir ku divê mafên Kurdan û hemû pêkhateyan werin garantîkirin.



