Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Ebûdî ragihand ku piştî temamkirina Peymana Çarçoveya Stratejîk, hemû hêzên biyanî vekişiyane û ti leşkerê Hevpeymanan li ser axa Îraqê nemaye.
Ebûdî diyar kir ku di çarçoveya sînordarkirina çekan de, hemû komên çekdar peymaneke nû îmze kiriye û ev dosye dê heta meha Hezîrana sala bê bi dawî bibe.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî behsa peymana bi Îranê jî kir û got, ji bo çareseriyeke aştiyane li ser dosyaya opozisyona Îranî ya li Herêma Kurdistanê, hevahengiyeke xurt bi Neteweyên Yekbûyî re bi rê ve diçe.
Derbarê dosyaya Şingalê jî Ebûdî eşkere kir ku di nava mehekê de hebûna çekdarî li ser Çiyayê Şingalê bi temamî bi dawî dibe û çekdar dê çekên xwe radestî dewletê bikin.
Qasim Ebûdî di dawiyê de bal kişand ser çarenivîsa girtiyên DAIŞê û destnîşan kir ku niha 4 hezar girtiyên Sûriyeyî di destê wan de ne û ew amade ne wan radestî dewleta Sûriyeyê bikin.
Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Ebûdî pirsên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Ji kontrolkirina sînoran bigire heta sînordarkirina çekan û gelek dosyeyên din ên pêwendîdarî Ewlehiya niştimanî ya Îraqê, ez dê van mijaran bi mêvanê xwe, Şêwirmend Qasim Ebûdî, Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê re gotûbêj bikim. Birêz Şêwirmend, bi xêr hatî ji bo vê gotûbêja taybet a Rûdawê. Hûn di vê kabîneya hikûmetê de bi vî erkê giran hatine peywirdarkirin, hûn rewşa Ewlehiya Îraqê çawa dinirxînin?
Qasim Ebûdî: Gelekî spas. Bi rastî, em di dema veguherîneke pir girîng de bi vî erkî hatin raspartin, ew jî temamkirina cîbicîkirina Peymana Çarçoveya Stratejîk a bi Hevpeymanan, ango bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û vekişîna hêzên Hevpeymanan ji Îraqê bû. Bernameyeke demkî jê re hatibû danîn ku dawiya Îlona borî bû.
Ev yek hevdem bû bi pêwîstiya sînordarkirina çekan wekî ku we di destpêkê de amaje pê kir. Erkekî pir zehmet û dijwar bû, me bi gelek aliyan re gotûbêjên pir giran kirin lê di dawiyê de, spas ji Xwedê re, peyman hat kirin. Ya yekem: Li ser vekişîna hêzên Amerîkayê, bi rastî vekişîn çêbû û niha ti leşkerê Hevpeymanan li ser axa Îraqê nemaye. Her wiha aliyên komên çekdar peymanek bi hikûmetê re îmze kir ku li gorî wê divê heta Hezîrana sala bê dosyeya çekan bi dawî bibe. Di vê heyamê de jî, heta Hezîranê, ti liv û tevgereke leşkerî dê nebe, ev jî pêbendbûna wan koman bi vê mijarê re nîşan dide.
Rûdaw: Çima ji bo sala bê û bi taybetî ji bo meha Hezîranê hat bipaşxistin û ev dosye îsal bi dawî nebû?
Qasim Ebûdî: Bi rastî, pêbendbûna bi encamnedana ti karekî leşkerî, heta radeyeke mezin bi dawî bûye û ev yek pir girîng e lê pirsa radestkirina çekan an sînordarkirina wan, mijareke wiha ye ku pêwîstiya wê bi rêbazên taybet heye, bi zelalî ev rêbaz wext dixwazin. Wextê pêşî ji bo wê yekê ye da ku bawerî di navbera hikûmet û van aliyan de xurt bibe, sê mehên pêşî ji bo ceribandinê ne, sê mehên bi dû re jî pêvajoya radestkirina pratîk a çekan e. Lewra pêwîstiya vê mijarê bi vê demê hebû.
Rûdaw: Gelo hemû komên çekdar bi we re hevnêrîn in?
Qasim Ebûdî: Hema hema hemû, belê hemûyan ev peyman îmze kir.
Rûdaw: Hema hema yan bi temamî?
Qasim Ebûdî: Na na, hemûyan ev peyman îmze kir. Ev peyman kefîl û garantorên wê hene, ev jî pir girîng e. Çarçoveya Hevahengiyê komîteyeke ji çar rayedaran pêk aniye ku pêvajoya rêkxistina vê peymanê girtiye ser xwe, ew kefîlên cîbicîkirin û pêbendbûnê ne, aliyên din jî beşdarî vê peymanê bûne. Lewra bi rastî bingeheke bihêz ji bo vê peymanê heye ku cîbicîkirina wê misoger dike.
Rûdaw: Bila em biçin ser mijareke din ku pêwendîdarî peymana ewlehiyê ya di navbera we û Îranê de ye, ev peyman çawa bi rê ve diçe?
Qasim Ebûdî: Eger mebesta te komîteya bilind a ewlehiyê ya taybet bi dosyaya opozisyona Îranî ya li Kurdistanê be, ez serokê wê komîteyê me. Ez bi hevkarê xwe, birêz Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê bi berdewamî li ser vê mijarê diaxivim. Di vê pirsê de, ji bo bersivandina daxwazên aliyê Îranî, di navbera me û Herêma Kurdistanê de hevahengiyeke xurt û karên berdewam hene. Ez bi zelalî dibêjim, em her tim bombebarankirina axa xwe ya li Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve yan ji aliyê her welatekî din ve şermezar dikin, ev helwesta me pir eşkere ye.
Li hemberî wê, em dixwazin Ewlehiya cîranên me nekeve metirsiyê û li gorî destûrê em pêbend in ku nebin korîdor ji bo ti komê, çi alî be, ji bo êrişkirina ser cîranên me, nemaze Komara Îslamî ya Îranê. Lewra em pêbend in bi çareserkirina pirsa opozisyona Îranî û çar partiyên wê yên li Herêma Kurdistanê bi rêyên aştiyane. Me heta radeyeke baş gav avêtine û ez di gotûbêjê de me bi Neteweyên Yekbûyî re jî.
Rûdaw: Çi gav hatine avêtin?
Qasim Ebûdî: Pir baş e, ev girîng e. Xala herî girîng bi rastî hewlên Neteweyên Yekbûyî ne di wergirtina daxwazên penaberiyê ji bo bi hezaran kesan ji wan, wekî tu dizanî ew malbat in. Ji aliyê xwe ve, wekî Şêwirmendiya Ewlehiya Niştimanî me dest bi avakirina kampan kiriye ji bo niştecihkirina wan li wan deverên ku em li ser rijd bûn ku dûrî sînor bin, da ku nebe sedema derbasbûnê yan wekî ku Îranî dibêjin ku carinan rastî êriş an kiryarên leşkerî tên. Di vê mijarê de têgihiştineke pir baş bi Herêmê re heye. Roja 19ê vê mehê civîna me bi aliyê Îranî re heye. Hêvîdar im ew jî encamên baş jê derkeve.
Rûdaw: Civîn li kû ye? Li vir? Bi amadebûna Wezîrê Karên Navxwe?
Qasim Ebûdî: Na, dê li Bexdayê be. Hêvîdar im Wezîrê Karên Navxwe yê Herêmê û birayên li Silêmaniyê jî beşdarî vê civînê bibin, pir pêwîst e. Heta niha ew heta radeyekê nerazî ne, nerazîbûna xwe anîne ziman ji ber ku ew ji wan lêdan û bombebaranan nerazî ne yên ku rû bi rûyê wan bûne û daxwaza hincetan ji aliyên Îranî kirine. Li vir hevdîtineke min bi Cenabê Serokê Herêmê heye û ez dê li ser vê mijarê biaxivim û daxwaza hevkariyê jê bikim ji bo teşwîqkirina birayan da ku beşdarî vê civînê bibin.
Rûdaw: Derbarê berdewamiya bombebarankirina kampan û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, heta piştî vekişîna hêzên Hevpeymanan a ji Îraqê, gelo we pêwendî bi aliyên Îranî daniye?
Qasim Ebûdî: Bê guman, em her tim bi aliyên Îranî re di gotûbêjê de ne, ne gotûbêjeke asayî ye, em her tim bombebarankirina axa xwe bi çi hincetî jî be şermezar dikin. Bi rastî, Îranî li seranserê vê demê red dikin ku wan ev bombebaran kirine. Ev rastî ye, bê guman Herêmê behs kir û got em piştrast in û belgeyên me li ser vê mijarê hene, lewra di civîna bê de em dê vê mijarê deynin ber destê wan û bi zelalî bêjin ku divê ev mijar bê rawestandin.
Rûdaw: Derbarê Peymana Şingalê, ev peyman gihîştiye ku derê û dê bicihanîna wê kengî temam bibe?
Qasim Ebûdî: Me bipêşketineke pir mezin bi dest xistiye, di nava mehekê de hebûna çekdarî li Çiyayê Şingalê dê bi dawî bibe. Ew çekdar dê bên xwarê û çekên xwe radestî dewletê bikin, wekî ku bi Serokwezîr, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, birêz Elî Falih Zeydî li hev kiriye. Me jî garantî daye wan ku tevlî saziyên ewlehiyê bibin. Bi rastî me ev yek kir, me nêzîkî 1500 kesan tevlî hêzên çekdar kirine, 500 jin jî di polîsên civakê de di pêvajoya tevlîkirinê de ne û nêzîkî hezar û 500 - 2 hezar kesên din jî li gorî zanyariyên min dê werin tevlîkirin, an di hêzên çekdar an di saziyên sivîl de lê ya herî girîng avakirina bajêr e, bajar wêrankariyeke pir mezin dîtiye. Her wiha dabînkirina vegereke aram a ji bo koçberên ku niha li Herêmê ne, nêzîkî 100 hezar Êzidî niha li ser axa Herêma Kurdistanê dijîn, divê bi aştî vegerin bajarê xwe lê mixabin bajarê wan wêran bûye û malên wan rûxiyane. Hewla hikûmetê bi rêxistinên navneteweyî heye ji bo avakirina wî bajarî.
Rûdaw: Pirsa min a dawî derbarê desteserkiriyan e, nexasim yên ku tohmet an pêwendiya wan bi DAIŞê re heye, çi Sûriyeyî bin an xelkê welatên biyanî, hejmara Sûriyeyiyan çend e? Û çend ji wan ji bo Sûriyeyê hatine vegerandin?
Qasim Ebûdî: Belê, pirseke girîng e. Bi rastî me berî çend rojan li konferansa Romayê ev mijar bi berfirehî gotûbêj kir, min serokatiya şandeya Îraqê dikir bi welatên Hevpeymanan. Şandeya Sûriyeyê jî li wir bû û me civîneke sêalî bi wan û Amerîkiyan pêk anî. Îro ji 5 hezar desteserkiriyan 4 hezar Sûriyeyî hene.
Rûdaw: 4 hezar Sûrî?
Qasim Ebûdî: 4 hezar Sûriyeyî ji zêdetirî 5 hezar desteserkiriyên ji netewe û nasnameyên cihêreng. Bi rastî nûnertiya 62 nasnameyan dikin. Li ser vê yekê peyman hat kirin, heta ji Îraqê hat xwestin ku pêvajoya veguhastin û lêkolînê bi wan re pêk bîne ango em ne xwebexş bûn.
Rûdaw: Tenê ji Sûriyeyê?
Qasim Ebûdî: Hemû welatên cîhanê xwest, di nav de welatên Hevpeymanan. Ew wekî tê bîra te li Sûriyeyê li cem HSDyê bûn û di bin çavdêriya hêzên Hevpeymanan de bûn, wan ji Îraqê xwest ku van veguhêze û lêkolînê bi wan re bike û eger pêwîst bû wan dadgeh bike. Bi rastî me bi hemûyan lêkolîn kir, niha 400 ji wan Sûriyeyiyan tawana wan nehatiye yekalîkirin û em amade ne wan radestî Sûriyeyê bikin. Me heta niha 50 kes ji wan radest kirine û yên din jî bi çend karwanan dê radestî Sûriyeyê werin kirin. Her kesê ku tawana terorîstî li ser wî neyê piştrastkirin, dê were berdan û bi vî rengî dê radestî dewleta wî were kirin.
Bê guman hin dewlet hene red kiriye welatiyên xwe wergirin, lewra ew dê li Îraqê bên hiştin, me daxwaza hevkariyê jî kiriye ji bo baştirkirina rewşa zindanan û avakirina zindanên nû. Ew dewletên ku piştî derketina cezayên wan welatiyên xwe wergirtine, peyman li ser du mercan hat danîn: 1- Miameleya wekhev, ev girîng e. 2- Heman ew cezaya ku dadgeha Îraqê biryar li ser daye li welatên xwe temam bikin, ev mercê radestkirinê ye eger peymana dualî ji bo radestkirinê hebe.
Rûdaw: Gelo ti dewlet daxwaza radestkirina girtiyên xwe kiriye?
Qasim Ebûdî: Berê me komek radestî hinek dewletan kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwest û wergirtin. Spanyayê daxwaza wergirtina du kesan kir. Welatên din jî daxwaza wergirtina welatiyên xwe kirine lê helbet li gorî wan mercên ku min niha behsa wan kir.
Rûdaw: Gelekî spasiya te dikim birêz Qasim Ebûdî, Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê, tu mêvanê min bûyî di vê gotûbêja taybet de, gelekî spas.
Qasim Ebûdî: Gelekî spas, sax bin.

.webp&w=3840&q=75)
