Hewlêr (Rûdaw) - Çarenivîsa 9 ciwanên ji Kobaniyê ku hewl didan bi rêyên qaçax ji ser Îranê derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ev 24 roj in nediyar e.
Malbatên ku ti agahî li ser rewşa zarokên xwe bi dest nexistine, bi riya Rûdawê bangî aliyên pêwendîdar kir da ku çarenivîsa wan were eşkerekirin.
Malbatên ciwanan pêwendî bi Rûdawê re danî û wan diyar kir ku ev nêzîkî mehekê ye hemû pêwendiyên wan bi zarokên xwe re qut bûne û ti agahî ji wan nayê standin.
Hat zanîn ku yek ji wan ciwanan Bozan Derwêş Heydo ye ku rêwîtiya wî ji bajarê Kobanî dest pê kiribû.
Plana çûna Libnanê bû Herêma Kurdistanê
Li gorî agahiyên ku malbata Bozan Derwêş Heydo ji Rûdawê re eşkere kirine, kurê wan destpêkê ji Kobanî çûye Şamê da ku pasporta xwe çêbike.
Plana wî ya destpêkê ew bû ku biçe Libnanê li cem birayê xwe lê belê, li Şamê bi rêya telefonê pêwendiyê bi birayê xwe re datîne û jê re dibêje ku wî biryara xwe guhertiye û ew dê berê xwe bide Herêma Kurdistanê.
Ji Îmaratê ber bi Îranê ve rêwîtiya bi qaçaxî
Malbatê destnîşan kir ku Bozan ji Şamê çûye Îmaratê û ji wir jî berê xwe daye Îranê da ku ji ser sînorê Îranê re bi rêyên qaçax derbasî Herêma Kurdistanê bibe lê belê ji dema ku ew gihîştiye Îranê û vir ve, ango ev 24 roj in, hemû pêwendiyên wî qut bûne.
Çarenivîsa 9 ciwanan
Her wiha malbatê ragihand ku Bozan di vê rêwîtiyê de bi tenê nebûye û 8 ciwanên din ên ji Kobanî jî pê re bûne.
Niha malbatên her 9 ciwanan di nav fikar û tirseke mezin de ne û ti agahî li ser rewşa zarokên xwe bi dest nexistine.
Malbat bi riya Rûdawê bangî aliyên pêwendîdar û rêxistinên mafên mirovan kir da ku destê alîkariyê bidin wan û ji bo dîtina van ciwanan bikevin nav tevgerê.
.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
