Agirî (Rûdaw) - Li Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê ji ber belavbûna nexweşiya tebekê (şapê), bazarên ajelan hatine girtin.
Li herêmên Serhedê yên Bakurê Kurdistanê wekî Agirî, Bazîd, Îdir, Mûş, Qers, Erdexan û heta Wanê xelk bi ajeldariyê debara xwe dike.
Herêm sar e û çandinî lê kêm e. Lê ji ber hebûna zozanên bilind ev der bûye warê keriyên pez û dewaran.
Dahata sereke ya xelkê herêmê xwedîkirin û firotina ajelan e.
Îsal ji ber belavbûna nexweşiya tebekê (şapê), bazar û meydanên ajelan ji 18ê meha borî ve hatine girtin.
Ev yek jî bandoreke gelekî xirab li jiyana xelkê herêmê dike.
Ajeldar perîşan in
Ajeldar ji ber girtina bazaran di nava zehmetiyên mezin de ne.
Ajeldarê bi navê Omer Kaya li ser rewşa xwe axivî û got:
"Îsal ji ber nexweşiya şapê em perîşan bûn. Ji ber nexweşiyê me nekarî em di dema xwe de ji zozanan dakevin. Em niha ji zozanan vegeriyane.
Em hatin lê hemû meydan girtî ne. Em nikarin berxekî an pezekî jî bifiroşin. Hemû ajeldar gelekî perîşan bûne."
Dahata wan tune
Salih Alparslan jî yek ji wan ajeldaran e ku nikare ajelên xwe bibe bazarê.
Wî 20 golik xwedî kirine û dixwaze ji bo pêdiviyên zivistanê wan bifiroşe lê ji ber girtina bazaran nikare vê yekê bike.
Salih Alparslan jî gilî û gazinên xwe wiha anîn zimên:
"Nexweşî hebû lê di asta asayî de bû. Diviyabû dewletê di dema xwe de midaxele bikira da ku xelas bibe. Lê tiştek nekir.
Dema ku derzî neyên lêdan nexweşî dimîne û belav dibe. Ev meh ji bo Agiriyê gelekî girîng in.
Jixwe hemû dahata me li ser meydanê ye, êdî ew jî tune."
Çareseriya yekane derzî ye
Pispor jî hişyariyê didin ajeldaran da ku guh bidin tedbîran.
Ew dibêjin heta ku ajel bi temamî neyên derzîkirin nexweşî kêm nabe û metirsiya belavbûnê heye.
Veterîner Recep Yatmaz destnîşan kir ku çareseriya yekane derzî ye û got:
"Nexweşî zêdetir ji ber ajelên ku nehatine derzîkirin belav dibe.
Gelek caran ajelên ku nehatine derzîkirin ji gundan an jî ji derve tînin bazarê.
Ev yek jî dibe sedema zêdebûna nexweşiyê. Rêya çareseriya nexweşiyê tenê derzî ye."
Dê biryara nû 18ê mehê were dayîn
Saziya Çandinî û Ajeldariyê ya Agiriyê dê 18ê vê mehê li ser bazara ajelan biryara xwe bide.
Dê piştî kontrolan biryar were dayîn ka dê qedexe rabe an jî dirêj bibe.
.jpeg&w=3840&q=75)
