Hewlêr (Rûdaw) - Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî artêşa Tirkiyeyê di encama qezayeke çekê de mir.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mirina leşkerê xwe daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, çawîşê pispor ê bi navê Mustafa Aslan li herêma "Operasyona Pence-Kilîdê" di encama qezayeke çekê de bi giranî birîndar bûye.
Wezaretê da zanîn ku Mustafa Aslan bi helîkopterê veguhastine nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanên bijîşkî nehatiye rizgarkirin û 14ê Çiriya Pêşîn miriye.
Operasyona Pence-Kilîdê
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê "Operasyona Pence-Kilîdê" kir û ew operasyon heta niha jî bi dawî nebûye.
.jpeg&w=3840&q=75)

