Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Konsula Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê Gwendolyn (Wendy) Greenê qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Konsula Giştî ya Amerîkayê ji ber destbikarkirina xwe ya li Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî zimên.
Wendy Greenê tekezî li ser domandina hewlên xwe yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Washingtonê kir.
"Amerîka piştgira sereke ya xelkê Kurdistanê ye"
Konsula Giştî ya Amerîkayê diyar kir ku welatê wê xwe wekî piştgirekî sereke yê xelkê Kurdistanê dibîne.
Wendy Greenê her wiha destnîşan kir ku rêzeke wan a taybet ji bo pêgeha Serok Barzanî ya li Îraq û herêmê heye.
Wê hêvî kir ku Herêma Kurdistanê wekî her tim di bihêzkirina aramiya herêmê de rola xwe ya girîng bidomîne.
Rola Amerîkayê ya di şerê li dijî DAIŞê de
Serok Mesûd Barzanî jî bi germî bixêrhatina Konsula Giştî ya Amerîkayê kir.
Serok Barzanî spasiya Amerîkayê kir ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de piştgir û alîkareke bihêz a Herêma Kurdistanê bûye.
Serok Barzanî her wiha destpêkirina xebatên Konsulxaneya Amerîkayê wekî gaveke erênî bi nav kir ku dê di hemû waran de pêwendiyên her du aliyan bi pêş bixe.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan li ser rewşa dawî ya navçeyê bîr û ra guhertin û tekezî li ser girîngiya pêkanîna aştî û aramiya li herêmê kir.


.jpeg&w=3840&q=75)