Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, şandeyeke hevbeş a Konseya Kar a Amerîka û Kurdistanê (USKBC) û Konseya Kar a Amerîka û Sûriyeyê qebûl kir.
Di hevdîtinê de behsa girîngiya bipêşxistina pêwendiyên aborî hat kirin û hat gotin ku divê karsazên Amerîkayî werin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.
Di destpêka hevdîtinê de Serokê Konseya Kar a Amerîka û Kurdistanê David Tafuri, li ser navê şandeyê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê anî zimên û derbarê armanca serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Sûriyeyê agahiyeke kurt da.
“Divê em piştgiriya şirketên Amerîkayî bikin da ku werin li vir kar bikin”
Di hevdîtinê de behsa girîngiya bihêzkirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat kirin.
Her wiha mijara zêdekirina bazirganiyê hat gotûbêjkirin û hat bibîrxistin ku divê piştgiriya şirketên Amerîkayî were kirin da ku werin li Herêma Kurdistanê kar bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya civînê de behsa rewş û guhertinên siyasî yên dawî yên li Herêma Kurdistanê, Îraq û li herêmê kir.
Peyama hêsankariyê ji bo veberhêneran
Di daxuyaniyê de careke din hat piştrastkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo bipêşketina veberhênanê ya di sektorên cuda de û ji bo afirandina derfetên kar ên zêdetir, her cure hêsankariyê pêşkêşî veberhênerên navxwe û biyanî bike.


.jpeg&w=3840&q=75)
