Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Ewlehiya Navxwe ya Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê nûçe û angaştên li ser biserdegirtina taxa Xiwêranê bi temamî red kirin.
Li ser torên civakî û hinek malperan hatibû gotin ku Yekîneyên Antîterorê (YAT) li taxa Xiwêranê bi ser hinek malan de girtiye û hinek kes desteser kirine.
"YAT hatiye fesixkirin"
Birêvebiriya Ewlehiya Navxwe ya Hisîçaya bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ev agahî “dûrî rastiyê ne” û da zanîn:
"Ev yekîne (YAT) hatiye fesixkirin, di nav pêkhateyên ewlehiyê yên niha de cih nagire û naxebite."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tenê Hêzên Ewlehiya Navxwe bi nasnameya xwe ya fermî û pejirandî xwedî desthilat in ku yasayan bi cih bînin û operasyonên ewlehiyê pêk bînin.
Bang
Birêvebiriya Ewlehiya Navxwe ya Hisîçaya her wiha bangî gel û dezgehên ragihandinê kir ku di belavkirina nûçeyan de rastbûnê li ber çavan bigirin.
Birêvebiriyê xwest ku xelk û medya agahiyên xwe tenê ji çavkaniyên fermî wergirin.



