Hewlêr (Rûdaw) - Bi amadebûna nûnerên Brîtanya û Fransayê li Dadgeha Hewlêrê, darizandina tometbarê sereke yê karesata binavbûna koçberan a li Kanala Îngilîzî dest pê kir.
Darizandin 14ê Îlona 2026an li Dadgeha Hewlêrê hat kirin.
Beşdar Mîne Ebdula bi wê yekê tê tawanbarkirin ku rêkxerê sereke yê wê qeyika koçberan e.
Ev qeyik êvara 23yê Çiriya Paşîn a 2021an ji beravên bakurê Fransayê ber bi Doverê ve bi rê ketibû.
Dover yek ji xalên sereke yên derbasbûna Brîtanyayê ye û di wê qeyikê de herî kêm 21 koçberên Kurd hebûn.
Beşdar Mîne li gorî madeya 8an a Yasaya Rûbirûbûna Bazirganiya bi Mirovan a li Îraqê tê darizandin.
Li gorî wê yasayê her karê di vî warî de bibe sedema mirina qurbaniyê, cezayê wê bidarvekirin e.
32 kesan canê xwe ji dest da
Ew qeyik li Kanala Îngilîzî bin av bû. Di encamê de 32 kesan canê xwe ji dest da û tenê du kes rizgar bûn.
Desthilatdarên Fransayê 27 term dîtin lê termên 4 qurbaniyên xelkê Herêma Kurdistanê ti carî nehatin dîtin. Tê gotin ku yek ji qurbaniyan jineke ducanî bûye.
30ê Îlona borî, dadgeheke Parîsê 6 endamên toreke qaçaxçîtiya mirovan bi "kuştina biqisûr" tawanbar kirin.
Piştî darizandineke çar hefteyî tawan li ser wan hatin selmandin.
Dadgehê cezayê 6 heta 10 salan ê zîndanê da wan. Ji 14 tawanbarên ku li Parîsê hatin darizandin tenê kesek bêtawan hat dîtin.
7 kesên din jî bi tawana qaçaxçîtiyê hatin cezakirin. Heta çar salan cezayê zîndanê li wan hat birîn.
Kes û karên qurbaniyan li dadgehê bûn
Rûniştina dadgehê çarşemê saet 10:30ê sibehê li Dadgeha Tawan a Çaran a Hewlêrê dest pê kir.
Di rûniştinê de kes û karên herî kêm 10 qurbaniyan amade bûn.
Ebdula bi cilên zer ên zîndaniyan anîn nava hola dadgehê. Li ser cilên wî logoya polîsên Hewlêrê hebû.
Rihê wî hatibû birîn û bi şêweyekî rêkûpêk hat nava holê. Wî qet li dê, bav, xwişk û birayên wan kesan nanêrî yên ku canê xwe ji dest dabû.
Ew li pişt perdeyeke qehweyî rûnişt û du polîs li pişt wî rawestiyabûn.
Dadwer bi alîkariya du dadwerên din, dest bi xwendina navên qurbaniyan kir.
Wan qala wan bûyeran kir ku di ava sar a meha Çiriya Paşîn de li Kanala Îngilîzî bûbûn sedema mirina wan koçberan.
Heft mêr û pênc jinên navsere li ber dadweran rawestiyabûn. Wan ji bo kes û karên xwe daxwaza edaletê dikir.
Dema dadwer qala karesatê dikir, jinên di holê de hêsirên xwe dibarandin.
Dêya Twanayê dest bi girî kir
Dadwer di dema xwendina navên kes û karên qurbaniyên dosyeyê de bangî vî navî kir: Nûrî Mihemed Emîn.
Zana Mamendê ku nûnertiya malbatan dike û birayê wî (Twana) di wê rûdanê de canê xwe ji dest daye, bersiv da. Wî got, "Amade nîne. Nexweşiya wî ya penceşêrê heye."
Barana keça Nûrî jî di nav wê qeyikê de bû. Wê bi hêviya ku li Brîtanyayê bigihêje cem dergistiyê xwe dest bi vê rêwîtiyê kiribû.
Mamend yekane xizmê qurbaniyan bû ku di rûniştina roja çarşemê de hat vexwendin da ku belgeyan pêşkêş bike.
Wî qala birayê xwe kir ku lîstikvanekî futbolê bû û termê wî hîn jî nehatiye dîtin. Dêya Twanayê li quncikê holê dest bi girî kir û jinên din jî pê re giriyan.
Ofîsa pereyan derket holê
Mamend ji dadgehê re ragihand ku wî ji bo çûna birayê xwe û sê hevalên wî 3 hezar û 200 dolar dane ofîseke pevguhertina pereyan.
Ev ofîs li navçeya Hacîawayê ya Raperîna Silêmaniyê bûye. Wî da zanîn ku wê ofîsê rasterast bi Beşdar re kar kiriye.
Paşê dozgerê giştî ji Mamendê pirsî ka ew dikare tometbar nas bike an na.
Dozger pirsî: "Gelo ev mêrê ku di qefesa tometbaran de ye, ew kes e ku te di telefonê de pê re axivîbû?"
Mamend diyar kir ku berî karesata Çiriya Paşîn a 2021an wî ti carî Beşdar ji nêzîk ve nedîtiye. Ji ber vê yekê wî got ku ew nikare ji sedî sed piştrast be.
Wî her wiha ji dadgehê re anî zimên ku Beşdar piştî karesatê bi malbata wî û malbatên qurbaniyên din re axiviye.
Beşdar xwestiye bi wan re li hev bike û wan razî bike da ku gilî nekin.
Mamend ji dadweran re got, "Ew amade bû her çi em bixwazin bike da ku pirsgirêk çareser bibe û em gilî nekin." Wî da zanîn ku malbatan ev pêşniyara qaçaxçî red kiriye.
Darizandin hat bipaşxistin
Dadwer ecêbmayî ma ku tevî rola xwediyê ofîsa pereyan a li Hacîawayê di vê qaçaxçîtiyê de, lêpirsîn bi wî re nehatiye kirin.
Ji ber vê yekê dadgehê rûniştin bi paş xist. Dadgehê ferman da ku beriya darizandin dewam bike, divê lêpirsîn bi xwediyê ofîsa pereyan re jî bê kirin.
Heta ku encama vê lêpirsînê dernekeve, ti roj ji bo rûniştina bê nehat diyarkirin.
Ev malbat nêzîkî pênc salan e li pey edaletê ne. Rûniştina roja çarşemê ji bo wan gaveke din a di rêya dirêj a gihîştina edaletê de bû.
Rizgar Husên dema ku ji hola dadgehê derdiket wiha axivî: "Heta ku taqeta min hebe, ez dê bême dadgehê da ku mafê wan bi dest bixim."



