Hewlêr (Rûdaw) - Otomobîleke Mercedes a gewr doh êvarê li ber daîreyekê ya li bajarê Edirneyê yê Tirkiyeyê yê li ser sînor rawestiya.
Hawrê Mihemedê 41 salî, bi hevjîna xwe û hersê zarokên xwe yên 5, 9 û 12 salî re li otomobîlê siwar bûn.
Wan ew birin herêmeke daristanî û li wir peya kirin.
Zilamekî wekî rênîşander rê nîşanî malbatê da. Di nav zeviyên avî re derbas bûn heta ku gihîştin Pira Natoyê ya li ser Çemê Merîçê (ku li Yunanistanê wekî Evros tê naskirin û beşek ji sînorê her du welatan e).
Berbanga 13ê Îlona 2026an, Hawrê Mihemed vîdeoya hevjîn û sê zarokên xwe tomar kiribû.
Ew di geşteke asmanî de bi balafira şirketa asmanî ya AJetê ya bi hejmara VF374 ji Silêmaniyê ber bi Stenbolê ve diçûn.
Di vîdeoyê de her sê zarokan bi dilxweşî li hev dinêrî.
Piştî gihîştina Stenbolê, malbatê hêvî dikir ku bigihîje Yunanistanê û ji wir jî derbasî Almanyayê bibe û bibe penaber.
Ji bo vê yekê dixwestin bi qaçaxî û nepenî di sînorê avî yê Tirkiyeyê re derbasî Yunanistanê bibin.
Wan 55 hezar dolar danîbûn da ku dema gihîştin Almanyayê bidin qaçaxçî.
Hawrê bûyerê tîne bîra xwe û dibêje: "Bêlebeke biçûk li qeraxê çem bû, me ba kirê."
Sê kesên din jî li benda derbasbûna çem bûn ku ji ber barana zêde ya rojên sêşem û çarşemê asta ava wê bilind bibû.
Hevjîna Hawrê, Hozan Rostema 37 salî, tirsiyabû. Wê dîtibû ku ew bêlema biçûk a ku 8 kes û hejmareke zêde ya çente û kel û pelan hilgirtibû, dê nikaribe li ber xwe bide.
Tirs û fikarên wan zêde neajot û bûn rastî.
Bêlem her ku bi rê ket yekser qulibî lê dê û bavan her sê zarokên xwe rizgar kirin.
Kurê wan ê mezin Hestyar 12 salî bû, piştî wî Heryadê 9 salî û yê herî biçûk jî Mêlaya 5 salî bû.
Dê û bavê ku ji ber wê rûdanê tûşî şokê bibûn, nerazîbûn nîşan da û gotin ku ev derbasbûn gelekî metirsîdar e û em naçin.
Alîkarekî qaçaxçî yê bi navê Serbaz ji dê û bavê tirsiyayî re got: "Divê em bidomin û biçin û derbas bibin, eger na dê polîsên Tirkiyeyê me desteser bikin."
Ew her du rênîşanderên ku bi Kurdî ji wan re tê gotin "rêber", li gel qaçaxçiyekî bi navê Rêkan dixebitîn.
Rêkan xelkê Hewlêrê ye û li Edirneyê dijî. Tevî nerazîbûnên wan jî malbat ji bo cara duyemîn li bêlemê siwar bû.
"Xwedê ew wekî firişteyan ji min standin"
Mihemed di peyameke dengî de ku bi rîya çalakvanê mafên koçberan Renc Pişderî gihîştiye Rûdaw Îngilîzî dibêje:
"Em careke din li bêlemê siwar bûn û kel û pelên me yên zêde pê re bûn. Em çûn nav avê û pêlan bêlem hejand, bêlem li qurmê darekê ket û em qulibîn."
Mihemed got: "Min karîbû ez jina xwe rizgar bikim lê Xwedê her sê zarokên min wekî firişteyan ji min standin."
Pêlên bi hêz ên avê zarok bi xwe re birin.
Hozan Rostemê di pêwendiyeke telefonî de bi girî ew kêliyên metirsîdar anîn bîra xwe ku bêlem qulibî.
Wê got ku wê çavên xwe girtine û kelîmeya şehadetê aniye, çimkî bawer kiriye ku ew û hemû malbata wê nêzîkî mirinê bûne. Wê got: "Zarokên min li ber çavên min xeniqîn."
Li gorî gotinên Renc Pişderî, du zarok pêlên avê ew birine û heta niha bêserûşûn in. Yê sêyemîn ji çem hatiye derxistin lê paşê li nexweşxaneyeke Edirneyê canê xwe ji dest daye.
Daxwaza vegerandina termên zarokan
Niha ew dê û bavê dilşikestî hêvîdar in ku tîmên rizgarkirinê yên hikûmeta Tirkiyeyê termên her du zarokên wan ên winda ji wan re bibînin.
Hawrê Mihemed bi xemgîniyeke mezin dibêje, "Sê zarokên min ji dest çûn, mala min wêran û serobino bû.
Zarokekî min li nexweşxaneyê miriye û yên din jî winda ne."
Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê çend wêne belav kirin ku tê de xuya dibe Saziya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) bi tîmên cendirmeyan re roja pêncşemê bi awayekî hevbeş operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji asman û avê ve ji bo dîtina termên zarokan kirine.
Beriya rûdanê, Hozana dayîka sê zarokan behsa hesteke nexweş kiribû ku bawer dikir dê tiştekî xirab rû bide.
Ew dibêje: "Şeva berê zarokan timî ji min dipirsî lê min newêrîbû ez bersiva wan bidim. Min hest dikir ku tiştek ne di cihê xwe de ye."
Ew ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku alîkariya wan bikin da ku termên zarokên xwe bibînin.
Hozan Rostemê bi girî û bi zehmetî xwe kontrol kir û got: "Keça min gelekî bedew bû. Xwedê mala wan (qaçaxçiyan) wêran bike."
Dê û bav niha li navendeke polîsan a li Edirneyê hatine desteserkirin, Mihemed dibêje ku efserên Tirkiyeyê bi dilovanî nêzîkî wan dibin û dibêje: "Polîs li gel me gelekî baş in, bi rêzdarî nêzîkî me dibin."
Dayîka zarokan bi girî got: "Tenê daxwaza min ew e ku ez termên zarokên xwe vegerînim Kurdistanê û li wir wan bispêrim axê."


