Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu li navçeya Paluyê ya Xarpêtê çûn ser gorên endamên malbata Şêx Seîd.
Şandeyê bangî hikûmetê kir ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî yên têkoşînê eşkere bike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Parlamentera Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dêrsimê Ayten Kordu û şandeya pê re li navçeya Paluyê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê çûn ser gora bapîrê Şêx Seîd Şêx Elî Septî kir.
Şandeyê her wiha gora kurê wî Kudo Efendî û gorên endamên din ên malbatê jî ziyaret kirin.
"Divê hikûmet berpirsiyariyê bigire ser xwe"
Derbarê serdanê daxuyaniyek hat dayîn û daxwaza eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî hat ducarekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Em careke din bang dikin: Divê hikûmet berpirsiyariyê bigire ser milê xwe û cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî yên têkoşînê eşkere bike."





