Hewlêr (Rûdaw) - Dayîka Aştiyê Hatun Aslanê, doh êvarê ji ber krîza dil canê xwe ji dest da. Cenazeyê Aslanê li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê ya Amedê hate veşartin.
Hatun Aslana ku bi salan di MEBYA-DER û Meclîsa Dayîkên Aştiyê de cih girtibû, doh êvarê ji ber krîza dil canê xwe ji dest da.
Endamên MEBYA-DERê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek jin beşdarî merasîma cenazeyê bûn.
Piştî pêkanîna nimêj û erkên olî, darbesta Hatun Aslanê ji aliyê Dayîkên Aştiyê ve hate hilgirtin.
Li pey veşartina cenaze, Dayîka Aştiyê Raziye Işiktaş axivî û got:
"Em jê razî bûn. Civat jê razî bû. Bila gora wê bibe nûr."
Bi dû axaftinan, li ser gora Hatun Aslanê dua hatin xwendin.
Malbata Aslanê dê li Mala Şînê ya Mizgefta Odabaşi Balê ya li taxa Bagcilarê ya navçeya Rezanê sersaxiyan qebûl bike. Taziye dê 3 rojan berdewam bike.
"Serê gelê me sax be"
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Parlamentera Amedê Halîde Turkogluyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û got:
“Em ji ber windakirina dayîka aştiyê ya hêja Hatun Aslanê ya ku tevî berdêlên giran ti carî dest ji têkoşîna aştiyê berneda û pêşengiya vê têkoşînê kir, êş û xema me pir mezin e.
Em soza xwe nû dikin ku em dê têkoşîna aştiyê ya Dayîka Hatunê bidomînin. Di serî de ji bo Dayîkên Aştiyê û malbata wê, serê gelê me sax be. Bîranîna wê dê di têkoşîna me de zindî bimîne.”
Hevberdevka HDKyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê jî got:
“Ez yek ji wan kesan im ku şahidiya têkoşîn û keda aştiyê ya Dayîka Hatunê kiriye. Ez pir xemgîn im, di nava ronahiyê de rakeve Dayîka Hatun. Bila axa gora te sivik be.”

.jpg&w=3840&q=75)

