Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji rê derket û qulibî.
Di qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.
Qeza îro li Bûlvara Ekrem Erdemê çêbû.
Otomobîla ku ciwanê 19 salî O.Y. diajot, ji kontrolê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Rewşa 2 birîndaran giran e
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Sûşehriyê.
Tevî hemû midaxeleyên bijîşkî, yek ji birîndaran U.E.K.yê 14 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hat zanîn ku ji 4 birîndarên din rewşa 2 kesan giran e û dermankirina wan li nexweşxaneyê didome.
Hêzên ewlehiyê li ser qezayê dest bi lêpirsînê kir.

.jpg&w=3840&q=75)
