Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê, îro piştî nimêja înê hinek Erebên taxa Xiwêranê derketin xwenîşandanê.
Ev xwenîşandan bi dirûşma û navê "Îna kontrolkirina çekan bi destê dewletê" hat lidarxistin.
Zarok hatin bikaranîn
Di vê xwenîşandanê de zarok hatin bikaranîn.
Piraniya xwenîşanderan zarok bûn û wan alaya Sûriyeyê û sembolên Heyeta Tehrîr Şamê (HTŞ) hildan.
Li gorî agahiyan, xwenîşanderan xwest ku bajarê Hisîçayê ji aliyê saziyên hikûmetê ve were kontrolkirin.
Ev yek di demekê de çêdibe ku entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser a di nav dewletê de didome.
Rê li ber xwenîşanderan hat girtin
Li gorî agahiyên ku gihîştin Rûdawê, hêzên ewlehiyê li hemberî vê rewşê tedbîrên xwe standin.
Hêzên ewlehiyê rê li ber xwenîşanderan girt da ku ew derbasî taxên Kurdan nebin û aloziyek dernekeve.


